Doza Nisêbînê: Armanca me jiyanek azad û wekheve 2018-12-12 15:43:37 MÊRDÎN - Girtiyên di roja sêyemîn a 5’emîn danişîna Doza Nisêbînê de parastin kirin, bal kişandin ser rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a di çareseriya pirsgirêkan de û gotin: “Armanca me jiyanek azad û wekheve. Ji ber vê me li Nisêbînê, li ser axa pîr û kalên xwe, xwe parast.” 5'emîn Danişîna doza 53 kesên li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di qedexeyên derketina derve de hatin tahliyekirin û girtin û dûre doz li wan hat vekirin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê di roja sêyemîn de berdewam kir. Danişîn li salona Midûriyeta Bajar Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) pêk hat. Ji bo her yek girtiyekê re 76 sal cezayê muebeta giran tê xwestin. Parêzer û malbatên hin girtiyan doz şûpandin. Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pêkir û Dîlber Tanrıkkulu parastin kir. Tanrikulu, parastina xwe ji 5 rûpelan pêk dihat a bi Kurdî nivîsandibû pêşkêşî dadgehê kir.    'PIR TIŞTEKÊ ZÊDE BÊJÎM TUNEYE'   Tanrıkulu, di parastina xwe de bal kişand ser çalakiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî dest pê kir û wiha axivî: “Niha em di pêvajoyek pir giran re derbas dibin. Vê pêvajoyê tiştên di sala 2012’an de hatin jiyîn cardin bi bîra me xistin. Ez îdîayên derbarê xwe de red dikim. Ez hemû polîtîkayên di dîrokê de hatine birêve birin, divê dadgehê de dibînim. Ji ber vê pir tiştekê ku zêde bêjim tuneye.”   ‘EZ NE PÎŞMANIM’   Piştî Tanrikulu, Jiyan Ay a girtî parastin kir û wiha got: “Ez tecrîda li ser Ocalan şermezar dikim. Hemû mirov bi awayekê azad tên dine. Azadî bingeha jiyana mirovane. Ez jî dixwazim li ser xakek azad jiyana xwe berdewam bikim. Ez azadiya xwe di azadiya gelê Kurd û azadiya Kurdistanê de dibînim. Rêveberiya Çewherî jiyane û wekheviye. Ne ji bo avakirina dewletek nûye û parçekirinê ye. Niha me bi sûcdariya parçekirina dewletê tên darizandin. Ev van sûcdariyan qebûl nakim. Ji xwe derdekê me yê em dewletek nû ava bikin jî tuneye. Em jî mîna hemû kesên li Tirkiyeyê dixwazin azad bijîn û jiyanek wekhev birêve bibin. Îro rêveberiya çewherî dinava gelek welat û dewletan de tê birêve birin. Li Îngîltee, Îspanya û Fransayê ev modela dewletê tê esas girtin. Tirkiye ji bo bikeve Yekitiya Awropayê hin peyman îmze kirin. Ji ber vê li Nisêbînê rêveberiya çewherî hat îlankirin. Min jî cihê xwe di nava têkoşîna vê rêveberiya xweser de girt. Ez ne pîşmanim. Ger dîsan bibe, ezê dîsan xendekan bikolim. Ez amademe hezar carî ji bo gelê xwe şer bikim.”    'JI BO AZADIYA GELÊ XWE EZ BEŞDARÎ TÊKOŞÎNÊ BÛM'   Ay, dest nîşan kir ku ew weke jinek Kurd beşdarî têkoşîna azadiya gelê xwe bûye û wiha bilêv kir: “Ez beşdarî berxwedana Nisêbînê bûm. Ew der axa mine. Li wê derê kesên ku mal û mirovan şewitandin ne em bûn, leşkerên Dewleta Tirk bûn. Leşkeran bi tank û topan êrîşî me û axa me kirin. Me jî li wê derê xwe parast. Xwe parastin ji bû hemû zindiyan heye. Ger hinek bi tenk û topan werin ser we, tenê ji mirovan re xwe parastin dimîne. Me jî li Nisêbînê, li ser axa pîr û kalên xwe, xwe parast.”   PÊVAJOYA ÎŞKENCÊ VEGOT   Ay, pêvajoya îşkenceyê ya piştî ji bajêr hatin derxistin vegot û wiha rêz kir: “Dema em hatin binçavkirin, îşkence li me kirin. Tacîzê me kirin. Tiştên hovane bi me kirin. Em birin malekê. Li wê derê nêzî sê saetan îşkeceyên giran bi me kirin. Li wê derê erzînka min şikandin. Ligel ku sê sal derbas bûn jî, hîna şopên keleçpeyê ji destên min neçûne. Rêwîtiya wesayetê ya bi me didana kirin pir dirûj dajot û tim êrîşî me dikirin. Dûre em birin salonekê sporê. Heya serê sibê em li ser çongan dan rawestandin û îşkence li me kirin. Piştre me birin Midûriyeta Polîsan. Lê wê derê jî em tacîz kirin, gef li me xwarin û îşkece li me kirin. Hemû tişt bi me kirin. Li wê derê gotin ‘jiyan Ay kiye? Wê bidin min.’ Bi vê gotinê re êrîşî min dikirin. Bi dehan leşker bi vî awayî bi ser min de hatin û li min xistin. Li gorî wan ez fermandarê wê derê bûm. Xwezî weke wan gotî ez fermandarê wê derê bûma û ez neketibama destên wan. Min tenê ji bo gelê Kurd û xwe jiyanek azad xwest. Ji bo vê min têkoşiya û li ber xwe da. Divê hemû jinên Kurd û ciwanên Kurd vê yekê bixwazin.”   'KILÎDA ÇARESERIYÊ KURDISTANA SERBIXWE YE'   Ay, dest nîşan kir ku kilîda çareseriyê Kurdistanan serbixwe ye û wiha domand: “Ger hûn dixwazin pirsgirêkên li Kurdistan û Rojhilata Navîn çareser bibin, divê berî her tiştî nexşe rêya Birêz Abdullah Ocalan bê qebûl kirin û ev yek bi vê mimkûne. Li ser Ocalan tecrîdek ji mirovahiyê heye. Ev tecrîd nayê qebûl kirin. Ev tencrîd tenê şer kûrtir dike. Di vê çarçoveyê de ez berdan û beraeta xwe dixwazim. Ger hûn sê hezar sal ceza jî bidin min, qet ne dixema min deye. Em van cezayan qet nas nekin. Ji ber ku li wê derê me tu sûc nekiriye.”    POLÎSAN SERÊ XWE JI GIRTIYAN RE HEJANDIN!    Piştî parastina Ay, girtiyên li salona danişîne demek dirêj li çepikan xistin. Di vê navber de, polîsên li salona danişînê diman serê xwe ji girtiyan re hejandin.   Parêzera Ay Gulbûn Şahîn Daghan jî, parastin kir û wiha got: “Divê îfadeyên di dema pêvajoya binçavkirinê de, ji dosyeyan bên derxistin. Muwekîla min heya niha cara yekemîne beşdarî danişînê dibe. Hemû mafên wê heya roja îro hatine binpê kirin. Di dosyeya min de sê muwekîlên min hene. Lê hîna jî min her sê bi hevre di heman danişînê de nedîtine.”    Dadgehê hemû daxwazên Daghan red kirin û danişîn taloqî sibe kir.