Li Amedê hêjmara çalakgerên li dijî tecrîdê 2 qat zêde bûn Piştî 25 çalakger hatin binçavkirin li şûna wan 50 HDP’iyan grev dewir girt 2018-12-12 14:49:30 AMED  – Li Amedê piştî 2 roj berê polîsan 25 aktîvîstên TJA yên ketin grevê binçav kirin îro li şûna wan 50 rêveber û endamên HDP’ê bi armanca tecrîdê şermezar bikin û piştgiriyê bidin girtiyên di grevê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kirin.  Li Amedê bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan komek nû ya ji 50 rêveber û endamên HDP’ê pêk tê li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê dewr girtin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosun jî piştevaniyê da çalakgeran. Li ser navê çalageran bi kurdî û tirkî daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn.    Parlamenter Rezmiye Tosun daxuyanî da û çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê Leyle Guven dabû destpêkirin bi bîr xist û got 35 roj e ji bo şermezarkirina tecrîdê çalakiya xwe didomîne.    Tosun da zanîn ku Leyla Guven li dijî tecrîdê, zilmê û polîtîkayê qirkirinê di greva birçîbûnê de ye û got: “Me jî wek parlamenterên HDP’ê hem ji bo xwedî derketina çalakiyê û hem jî ji bo em bêjin daxwaza Leyla Guven daxwaza me ye bi hêzek xûrt li çend bajaran me çalakî dane destpêkirin.”    ‘BI SEDAN POLÎS BI SER AVAHIYÊ PARTIYA ME DE DIGIRIN’    Tosun binçavkirina li dijî çalakgerên greva birçîbûnê ya li Mêrsînê dest pê kir û li Riha, Amed, Êlih û Wanê dewam kirin bi bîr xist û got: “Bi sedan polîs, dayikên ku ketibûn grevan birçîbunê bi erdê re kaş kirin. Bi dehan hevalên me hatin darbkirin û hatin binçevkirin. Di bin navê lêgerînê da partîyen me hatin talankirin û pankartên me bi zorê ji dîwaran hatin qetandin.”   ‘BI DORPÊÇÊ ÇAVÊ GELÊ ME DITIRSÎNIN’    Tosun destnîşan kir ku ev mehek e li Amedê polîsan avahiya partiya wan dorpêç kiriye û wiha got: “Ev dorpêçkirin bêsedem û bêhiqûqî pêk tê. Ev bêhiqûqî li pêşberî çavê her kesî pêk tê. Piştî roja ku me starta hilbijartina herêmî da ye, her roj li ser rêveberên me yê navend û navçeyan, endamên partiya me, xebatkarên me, jin û ciwanên me zextên zordarî, binçavkirin û girtinê dewam dikin. AKP dizane ku hemû şaredariyên me xespkiriye dê winda bike, ji ber vê yekê hikumeta AKP’ê dixwaze gelê me û endamên me çavtirsandî bike.”   ‘HEVALÊN ME BERDIN’   Tosun binçavkirina aktîvîstên TJA’yê yên di çalakiya greva birçîbûnê de bûn hatin binçavkirin wek tirsa li dijî têkoşîna jinan nirxand û xwest hevalên wan demildest bên berdan. Tosun got bi boneya piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya Guven û girtiyên doza PKK’ê û PAJK’ê 50 hevalên wan dest bi greva birçîbûnê ya 3 rojan bikin.   ‘EM Ê PIRTIR BIBIN’    Tosun bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: “Bersiva me li dijî van dagirkeran û polîtikayên red kirinê ev e. Em ê her roj hîn zêdetir bibin. Ew çiqas bi ser me de werin, em ê hin bêtir xûrt bibin û pirtir bibin.”    Piştî daxuyaniyê çalakgeran dest bi greva birçîbûnê kir.