Platforma Zimanê Kurd bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendan kir 2018-12-12 13:41:43   AMED - Berdevkê Platforma Zimanê Kurd a ji 9 partiyên Kurdan pêk tê Şerefhan Cizîrî, bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd kir ku beyî ku li benda dawetiyekê bimînin, xwest beşdarî xebatên platgormê bibin.   Platforma Zimanê Kurdî ya ji bo pêşxistina zimanê kurdî, zimanê kurdî bibe fermî û li dibistanan bibe zimanê perwerdehiyê ji 9 partiyên Kurdan ava bû, bang li nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd kir ku bêyî ku li benda dawetiyekê bimînin, xwest beşdarî xebatan bibin. Ji berdevkên Platformê Şerefhan Cizîrî, têkildarî xebatên dê bi rêve bibin de, li avahiya Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) a Amedê civîna çapemiyê li dar xist. Cizîrî, diyar kir ku di civîna dawî ya li dar xistin de, 3 berdev diyar kirin û wiha axivî: “Ev sê berdevk dê sê mehan carekê bên guhertin. Di komxebata hat lidarxistin, biryara me ya şênber ev bû. Di heman demê de me sê komên xebatê avakirin.  Ev sê kom dê li ser “Avakirina raya giştî”, “Dê daxwazan ji hikûmetê ragihînin” û “Dê li gorî hevpeymanên navneteweyî” xebatan bi rêve bibin.”    ‘EMÊ ÇALAKIYÊN ROJA ZIMANÊ CÎHANÊ 21’Ê SIBATÊ LI DAR BIXIN’   Cizîrî, bal kişand ser girîngiya ziman û wiha got: “Hemû kes berpirsê ku zimanê Kurdî bide naskirin. Xebatên me yên derbarê ziman de berdewam dikin. Emê çalakiyên Roja Zimanê Cîhanê 21’ê Sibatê li dar bixin. Divê zimanê Kurd di Newroza 21’ê Adarê de weke mijara sereke bê dest girtin. Divê hemû partiyên Kurd civîn, çalakî û şahiyên xwe bi zimanê Kurdî li dar bixin. Ji bo xebata zimanê Kurd em hevdîtinan bi sazî û dezgehên civaka sivîl ên bajêr re bikin. Li cihek mîna Japonyayê di zanîngeheke de beşek ji bo perwerdeya zimanê Kurdî hatiye vekirin. Hikûmet û dewleta Tirkiyeyê divê êdî komê xwe dane pêşiya xwe û rastiyan bibîne.”   BANG LI RONAKBÎR Û NIVÎSKARAN HAT KIRIN    Cizîrî, hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an jî nirxandin û got: “Divê namzetên hemû partiyên Kurdan bi zimanê Kurd zanibin. Divê ev wek krîter bê nîşandan. Ez bang li hemû nivîskar, ronakbîr û hunermendên Kurd dikim ku  beyî ku li benda dawetiyekê bimînin, werin beşdarî xebatên platgormê bibin.”