Pismamê Ciwanê hat kuştin: Ji nêzîk ve gule berdan 2018-12-12 13:14:20   STENBOL - Pismamê Cîhan Seyhan ê şevê din polîsan li navçeya Ataşehirê gule lê reşandin û kuştin, Onur Seyhan, diyar kir ku polisan ji nêzîk ve gule li pismamê wî reşandriye.    Polîsan li Navçeya Ataşehirê ya Stenbolê bi hinceta "Li hişyariya raweste guhdar nekir" Cihan Seyhan ê 17 salî gulebaran kirin û kuştin. Di encama gulebarana polîsan de zarokê 17 salî Seyhan ê ji Wanê bi giranî birîndar bû. Seyhan piştî rakirin nexweşxaneyê li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Xizmê Seyhan  A.S. yê di heman maşîneyê de bû jî hat binçavkirin. Ajokarê maşînê Gokhan Ozmen jî bi meş ji cihe bûyerê dûr ket. Medya hawiz parast ku di maşînê de çek hebûn. Pismamê Cîhan Seyhan Omur Seylan ji Ajansa Mezopotamya  (MA) re axivî. Onur Seyhan, diyar kir ku îdîaya medya hawiz ne raste û tu çek di maşîneyê de tune bûn û wiha got: "Serê sibê saet di 04.00'an de Cihan, li gel Cihat Seyhan li navçeya Ataşehirê li dolmîşê suyar bûn. Li gel wan jî zaroke bi navê Gokhan Ozmen  heye. Ozmen jî ji heman taxê ye. Berê ji ber sûcekî der barê wan de lêgerîn heye. Dema Gokhan Cîhan dît pirsa "Hûn bi kuve diçin? Ez we dînim wir. Cihan  jî got 'Me dîne sûkê baş e. Li ser vê yekê Gokhan ew li maşînê suyar kirin. Piştre polîs maşîneyê radiwestînin.    Seyhan, anî ziman ku tu mafê polîsan tune maşînê gulebaran bike û wiha got: "Ger ku guleyan berdin divê berdin lastîkan. Ji nêzîk ve gule berdan e. Gule li nava du milê wî ketine. Mame Seyhan çû cihê bûyerê û maşîne dît."    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Cenazeyê Cihan Seyhan piştî otopsiya Saziya Tipa Edlî dê li navçeya Umraniyeyê defin bikin.