Ji 25 jinan 2 dayik hatin berdan 2018-12-12 12:11:49   AMED – Li Amedê ji 25 aktîvîstên TJA’yê hatibûn binçavkirin 2 Dayikên Aştiyê hatin berdan.    Li Amedê aktîvîstên TJA’yê bi boneya şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya HDP’a Amedê di 10’ê kanûnê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya 3 rojan kiribûn. Polîsan bi ser avahiya HDP’ê de girtibû û Dayikên Aştiyê jî di nav de 25 aktîvîstên TJA’yê binçav kiribûn. Binçavkirî du roj e li Miduriyeta Polîsan a Amedê tên ragirtin û çalakiya greva birçîbûnê dewam dikin. Ji Dayikên Aştiyê Sultan Aksoy û Rahîfe Ergul piştî îfadeyên li emniyetê hatin berdan.    23 jinên di binçavan de ne tê payîn di nava rojê de derxin Dadgeha Amedê.