Demîrtaş bi kurdî dest bi parastina xwe kir: Tecrîda li Îmraliyê şermezar dikim 2018-12-12 11:59:26 ENQERE – Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş di danişîna xwe bi axaftina kurdî dest bi parastina xwe kir û bal kişand ser girîngiya zimanê dayikê. Demîrtaş bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got “Ez tecrîdê şermezar dikim” û çalakiya Leyla Guven silav kir.    Danişîna doza Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş li 19’emîn Dadgeha Cezayê Giran a li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê dest pê kir. Polîsan li aliyekî heyetên ji derve hatin û welatiyan negirt salona danişînê û li aliyê din jî rojnamegeran jî asteng kir û tenê destûra rojnamegerên ku karta zer a çapemeniyê bi wan re heye dikarin kompûterê bikar bînin da.    Piştî tespîta nasnameyê Demîrtaş dest bi parastina xwe kir. Demîrtaş ji bo balê bikişîne ser girîngiya zimanê kurdî parastina xwe bi kurdî dest pê kir. Demîrtaş çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a 35 roj e li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daye destpêkirin silav kir. Demîrtaş bal kişand ser tecrîdkirina Ocalan û got: “Ez tecrîda girankirî ya li Îmraliyê şermezar dikim.”    Demîrtaş bang li heyeta dadgehê kir û got: “Du daxwazên min ji heyetê hene. Hûn wek heyeta dadgehê ji bo bêalî û serbixwe vê darizandinê birêve nebin divê ewil hûnb ji vê darizandinê vekişin. Berevajî vê yekê em daxwaza reda dadger bikin.”    Demîrtaş wiha dewam kir: “We bi spart twîtên di hesabek sexte yê Twîtterê de hatine parve kirin min da girtin. Li ser vê yekê jî ev delîl îro bi endamtiya cematê tên darizandin hat amadekirin û we mijarê spart wan û min da girtin.”    Danişîn didome…