‘Em qeyûmên şaredariyên me xesp kirin naxwazin’ 2018-12-12 11:58:47   DERSIM - Dersimiyan, anîn ziman ku tu faydeya AKP û CHP’ê ji bo wan tuneye û gotin: “Em qeyûmên şaredariyên me xesp kirin naxwazin.”   Xebatên partiyên siyasî yên diyar kirina bernamzetên hilbijartina herêmî didomin. Bi taybetê ya herî balkêş AKP qeyûmên tayînê şaredariyên bajarên herêmî kiribûn weke bernamzetên şaredariyan dide nîşand. Dersim ku weke nasnameya Elewitiyê tê zanîn, AKP û CHP’ê bernamezên xwe eşkere kirin. Lê li bajêr a herî zêde tê merek kirin bernamzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ne.    Namzetê CHP’ê yê bajêr Dr. Yûsûf Kenan Aydin ê li Midûriyeta Tenduristiya Bajêr a Dersimê kar dikeye. Namzetê AKP’ê jî Gokhan Arasan ê rêvebertiya AKP’ê yê Dersimê dikeye. Derbarê namzetên partiyan û hilbijatina herêmî de me mikrofona xwe dirêjî Dersimiyan kir û nêrîna wan girt.    'EM KESÊN BI DENGÊN GEL HATINE HILBIJARTIN DIXWAZIN'   Welatî Huseyîn Erdogan, diyar kir ku bi taybetî ew li dijî CHP’ê bi bertekin û wiha axivî: “Li gel hemû bûyerên hatin jiyîn jî piştî xwe dîsan nadin 40 milyon Kurd. Hîna jî ji Seroka Giştî ya IYÎ Partî Meral Akşener hêvî û lave dike. Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu Dersimiye. Tu feydeya Kiliçdaroglu ji bo gelê wî tuneye. Eslê xwe înkar dike. AKP’a ku di desthilatdariya xwe ya 16 salan de nekarî tiştekê li Dersimê qezenc bike, gelo dê bi qeyûm karibe qezenc bike? Dê nekarin tiştekê jî bikin. Em kesên bi dengên gel hatine hilbijartin dixwazin. Em qeyûmên şaredariyên me xesp kirine nexwazin.”   ‘TU FEYDEYA AKP’Ê JI GEL RE TUNEYE’   Yaşar Arikan jî, da zanîn ku ew dixwazin namzetê AKP’ê xwe paşve bikêşe û wiha got: “Bi darê zorê dest danîn ser şeredariyên HDP’ê. Bi zorê vîna gel ji destên gel girtin. Tu wateya xwe xapandinê tuneye. Qeyûmê tayînê şaredariyên me hatin kirin, tu faydeyê li me nakin. Gel dê di vê hilbijartinê de qezenc bike.  Namzetê AKP’ê dibeje, ‘Dersimî dixwazin biguherin.’ Rast, em guhertinê dixwazin, lê me guhertina bi wan re naxwazin. Em guhertina bi gelê xwe re dixwazin. Gel dinava hejariyê deye. Lê AKP daxwaza şaredariyê ji wan dike.”    ‘ÊDÎ KES DENGÊ XWE NADE PARTIYÊN PERGALÊ’   Caner Gorgoz jî, anî ziman ku li Dersimê êdî kes dengê xwe nadin partiyên pergalê û wiha bilêv kir: “Ez nafikirim ku ne AKP û ne CHP li Dersimê qezenc bike. Tu faydeya wan ji me re nîne. AKP’ê qeyûm tayînî şaredariyên me kirin. Civak qeyûman naxwaze. Hevşaredarên me yên, me deng dan wan girtin. Em dixwazin hevşaredarên me yên ku em dengê xwe bidin wan, bên xizmetê bikin. Gel li dijî tayîn kirina qeyûman pir bi hêrse. CHP li dijî qeyûman bêdeng ma. Ji ber vê gel li dijî CHP’ê jî bi hêrse.”