Ocalan ê HDP’î: Polîs dixwazin li bajêr çavê gel bitirsînin 2018-12-12 11:13:52   RIHA - Li Rihayê, dinava 10 rojan de 95 kes hatin binçav kirin, 14 kes hatin girtin û hîna jî 47 kes dibin çavan dene. Parlementerê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, diyar kir ku polîs dixwazin li bajêr çavên gel bitirsînin û got: “Hin polîsên 25 salî bi erkên bêsînor bêyî ku rêzê bidin mirovan, mafên mirovan binpê dikin.”   Li Rihayê, dinava 10 rojan de, ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Meclîsa Dayîkên Aştiyê 95 kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina polîsan a 27’ê Mijdarê de 26 kes hatin binçavkirin. Dîsan di serdegirtina malan a 29’ê Mijdarê ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê de 7 kes hatin binçavkirin. Di operasyona 5’ê Kanûnê de 12 kes, di serdegirtina avahiya HDP’ê ya Rihayê ya di 6’ê Kanûnê de 38 rêveber û endamên Meclîsa Partiyê (PM) hatin binçavkirin. Di heman rojê de polîsan bi ser malan de girtibûn û dîsan 9 kes binçav kiribûn. Herî dawî di 7’ê Kanûn de li navçeya Kaniya Xezalan a Rihayê yek jî jin 3 kes hatin binçavkirin û girtin.   95 BINÇAV KIRIN Û 14 GIRTÎ   Dinava 10 rojên dawî de bi giştî 95 kes hatin binçav kirin, 14 kes bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin, 34 kes hatin berdan û hîna jî 47 kes dibin çavan dene. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Rihayê Omer Ocalan, polîtîkayên binçavkirin û girtinên li Rihayê nirxandin û wiha axivî: “Bi van operasyonan armanca dikin ku xebatên hilbijartinê yên partiya me asteng bikin. Li dijî partiya me xezt û êrîşên derûnî hene. Di demên dawî de ev zext zêdetir bûne. Îro tenê HDP li dijî polîtîkayên AKP’ê yên êrîşkar û zordest li ber xwe dide. Ji ber ku desthilatdar nikare vê kelehê hilweşîne, lez daye binçavkirin û girtinan.”   ‘JI BELAVBÛNA BERXWEDANÊ DITIRSIN’   Ocalan, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ji roja ku pêvajoya aştiyê û çareseriya demokratîk ji holê rakirin û şûnde, zext û êrîş li welat pir zêde bûne. Di sê salên dawî de, parlementer, hevşaredar, hevserok û bi hezaran endamên partiya me binçav kirin û girtin. Li dijî tecrîdê çalakiyên greva birçîbûnê mezin û belav dibin. Tecrîdek daîmî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Hevseroka  KCD’ê Leyla Guven li dijî vê tecrîdê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kir. Ji bo ku ev çalakî li hîn zêdetir belav nebe, polîtîkayên xwe yên binçavkirin û girtinê zêdetir kirin. Lê ligel hemû êrîşan jî, berxwedana li dijî tecrîdê dê mezintir bibe. Ji ber ku ji mezinbûna vê berxwedanê ditirsin, êrîş dikin.”   'POLÎSÊN 25 SALÎ BI ERKÊN BÊSÎNOR ÊRÎŞ MIROVAN DIKIN’   Ocalan, di dawiya axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Di  rojên derbas bûyî de, di serdegirtina polîsan a avahiya partiya me de min li walîtiyê geriya. Weke ku tu agahiya rayedarên walîtiyê ji helwest û nêzîkatiya polîsan tune tevgeriyan. Polîsên di demên dawî de hatine Rihayê, dixwazin li bajêr tirsê belav bikin. Hin polîsên 25 salî, bi erkên bêsînor bi her awayî êrîşên mirovan dikin û mafên mirovan binpê dikin. Emê tu carî li hemberî van êrîşan serî neteweyîn. Ji ber vê çi dikin bila bikin, em ê berxwedana xwe bidomîn in û tezeq em ê qezenc bikin.”