Zehra Dogan bi xêzkirina wêneyan piştgirî da Leyla Guven 2018-12-12 10:16:44   NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a girtî piştgiriya xwe bi xêzkirina wêneyên Leyla Guven a li dijî tecrîdê 35 roj e di greva birçîbûnê de ye da nîşandan.    Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’Ê Abdullah Ocalan 35 roj e di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Ji girtîgehê piştgiriyek watedar ji bo Guven hat.    Rojnameger û wênesaz Zehra Dogan a di serdema qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê de ji ber xêzkirina wêneyan bi îdiaya “Propaganda rêxistinê kiriye” hat girtin, piştgirî da Leyla Guven. Zehra Dogan greva birçîbûnê ya Leyla Guven bi xêzkirina wêneyan piştgiriya xwe aşkere kir.