Li Cizîrê di 3 salan dawî de tora tiryak, bişaftin û bahîzê belav dikin 2018-12-12 10:08:10   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê ku di qedexeya derketina kolanan de ciwanan gotin "Me serî netewand" û aqiland de hişt, niha bi destê pergala hêzên ewlehiyê tora tiryak û  bahisê tê zêdekirin. Di 3 salên dawî de kursên zimanê Osmanî û Erebî hatiye zêdekirin û hewldana bişaftinê tê peşxistin.   Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di navbera 14'ê Kanûna 2015'an û 2'ê adara 2016'an de bi fermana Walîtî û Wezareta Karên Hundir li dijî Peymana Mafên Mirovan a Navneteweyî derketina kolanan qedexe kirin. Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ev qedexe wekî "Tabloya dişibe qiyametê' pênase kir. Di qedexeyê de endamên YPS'ê jî di navde zêdeyî 300 welatiyan jiyana xwe ji dest dan. Welatî li malên xwe û ber deriyê malên xwe hatin kuştin. Di ser qedexeyê re 3 sal derbas bûn. Ji ber di şerê li Cizîrê de eskeran tang, top û çekên giran xistin eniya şer nêzî 3 hezar xanî xera bûn. Li Jêrzemînên Cizîrê zêdeyî sed mirov di êrîşên tang û topan de jiyana xwe ji dest dan. Di şer de bi hezaran mirov ji cih û warên xwe koç kirin û çûn dervê Cizîrê. Hevserokên Meclisa Gel Mehmet Tunç û Asya Yuksel, siyasetmedar, rojnameger di êrîşên li dijî Cizîrê de jiyana xwe ji dest dan.  Di Cizrelilerin halen, Halk Meclisi Eşbaşkanı Tunç’un öldürülmeden önceki “Biz diz çökmedik. Kalan insanların bizimle gurur duyması lazım” sözlerini hatırlatarak bahsettiği yasağın etkileri ise, aradan geçen onca süreye rağmen hafızalardaki tazeliğini koruyor.     LI CIHÊ CENAZE HATIN DÎTIN XANÎ AVAKIRIN   Piştî qedexeyan li cihê ku gelek kesan lê jiyana xwe ji dest da xaniyên TOKÎ ava kirin. Malbatên ku berê xaniyên wan li wir bûn xaniyên TOKÎ red kirin. Li qada înşaetên TOKÎ bi têlan hatiye dorpêçkirin û destûr nadin ku kes nêzî wir bibe. Dê diyar kirin ku hêj li cihê xaniyên TOKÎ tê avakirin cenaze hene. Li cihê cenaze lê hene TOKÎ tê avakirin.    DOSYAYAN YEK BI YEK DIGIRIN    Di qedexeyan de der barê kuştina welatiyan de lêpirsîn hatibû vekirin. Têkildarî kuştinên welatiyan lêpirsîna hat vekirin yek bi yek bê encam bi dawî bide û hewce bi lêpirsînê nayê dîtin. Heta niha der barê 70 kesên hatin kuştin de dosyaya wan bê encam bi dawî bû û lêpirsîn hat betalkirin. Biryara bêşopandinê hat dayîn. Der barê gelek kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" biryara kuştina wan li gorî hiqûqê ye dan.    SAZIYÊN KURDAN DAN MUFTIYAN    Piştî qeyûm tayînî şaredariya Cizîrê hat kirin, dibistan û kursên kurdî hatin girtin. Kreşa Zarokan a Nûbihara Biçûkan, Dibistana Berîvan û Melayê Cizîrî û gelek malên perwerdehiya ziman bi destê qeyûman hatin girtin. Qeyûm tesLîmî Muftiyê Navçeyê, Endamên Baskê Jinan ê AKP'ê û endamên DUDAPAR'ê kirin. Miftî piştî qedexeyan ji bo zarokên 4-5 salî Kursên Quranê vekirin. Nêzî 20 kursên kuranê vekirin.    LI ŞÛNA KURDÎ DERSÊN OSMANÎ Û EREBÎ DIDIN   Li kursên kuranê li şûna dersên kurdî dersên Osmanî û erebî didin. Gelek zarokan ji malên wan dûr dixin û li dibistanên leylî perwerdehiya osmanî û erebî didin wan. Seroka Baskê Jinan a AKP'ê Hatice Atan bi navê "AK Kadınlar" bernameyê çê dike û di bin navê "mesref" de her meh pereyan ji malbatan distîne.    PIŞTÎ XEDEXEYAN TIRYAK PÊŞ XISTIN   Piştî qedexe hatin îlankirin û şûnde hêzên polîs, tîmên taybet zêde kirin. Li gelek kuçe û kolanan nokteyên kontrolê danîn. Li gel nokteyên kontrolê lihemû kolanan zêde bûye jî dîsa di nava zarok û ciwanan de tiryak zêde bûye. Bi taybetî piştî qedexeyan dibistan kirni qereqol û zarokên lîse û dibistanên navîn dest bi tiryakê kirin. Tevî ku li hemû kolan û kuçeyan kamerayên MOBESE hene jî dîsa tiryar zêde bûye. Tê diyar kirin ku temenê kesên tiryakê dikişînin daketiye 15 salî. Bi taybetî li taxên Nur, Cudî û Yafesê ku şer lê dijwar bû tiryak hatiye pêşxistin. Dîsa li tevahiya navçeyê nêzî 80 navendên Bahîsê hatin avakirin. Piştî qedexeyan navendê kumar û bahîsê jî zêde bûn. Di nava 3 salên dawî de 4 kesan ji ber bahîsê întîhar kirin. Nêzî 80 navendên bahisê hatin vekirin.    Dîsa ji bo bişaftin û dûrxistina ji çandê di salên dawî de gelek cafeyên nû hatin vekirin.