Li 117 girtîgehan zêdetirî 600 girtî di çalakiya greva birçîbûnê de ne 2018-12-12 09:09:48 AMED - Li 117 girtîgehên li Tirkiye û herêmê zêdetirî 600 girtiyên siyasî ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a girtiyên siyasî di roja 16'an de ye. Parêzer Bunyamîn Şeker, anî ziman ku li Xarpêtê rewşa 6 girtiyên jin ên 40 roj in di greva birçîbûnê de ne krîtîk e.  Li girtîgehên Tirkiye û herêmê ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê ji 27'ê Mijdarê ve girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne. Her wiha li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê jî 40 roj in 6 jinên girtî di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger dene û li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven di roja 35'an de ye. Li Tirkiyeyê li 117 girtîgean zêdetirî 600 girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne.    Rêvebirê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) Parêzer Bunyamîn Şeker, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê siyaset û çareserkirin xitimiye. Şeker, diyar kir ku li girtîgehan bi daxwaza bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan ji 27'ê Mijdarê ve girtî di çalakiya greva biçîbûnê de ne û divê ev daxwaza rewa ya girtiyên siyasî pêk bê. Şeker, anî ziman ku Ocalan ji 2011'an ve nikare hevdîtinê bi parêzerên xwe re çêbike û ji 2015'an ve jî agahî jê nayên girtin.    DAXWAZA GIRTIYAN    Şeker, destnîşan kir ku piştî bidawîbûna pêvajoya çareseriyê ya piştî çalakiyên grevên birçîbûnê yên 2012'an dest pê kir, li Tirkiyeyê alozî rû daye û got: "Hem çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û ya girtiyên jin ên li Xarpêtê çalakiya bêdem-bêdorveger e. Paşê di 26'ê Mijdarê de girtiyên siyasî daxuyaniyek dan û di 27'ê Mijdarê de li 117 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger dest pê kir û hîn jî didome. Rojeva çalakiyên greva birçîbûnê; bidawîbûna tecrîdê ye, divê parêzer bikaribin hevdîtin bi Ocalan re çêbikin."    Şeker, diyar kir ku ji daxuyaniyên girtiyên siyasî jî tê fêmkirin ku çalakiyên greva birçîbûnê bi awayekî biryardar didomin û ev jî nîşan dide ku wê merheleya wê ya din çawa be. Şeker, anî ziman ku ger ev yek neyê çareserkirin dibe ku çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan veguherin asteke din.    ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA BÊDEM Û BÊDORVEGER    Parêzer Şeker, destnîşan kir ku bi taybetî jî çalakiya Leyla Guvenê û ya 6 jinên li Girtîgeha Xarpêtê di asta krîtîk de ye û got: "Li girtîgehê me hevdîtin çêkirin. Derket holê ku vîtamîna B12 nadin girtiyên di greva birçîbûnê de ne. Niha 7 jin di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne û rewşa tenduristiya wan ne baş e. Me li Xarpêtê serdana 6 jinên di grevê de ne kir. Kîloyên wan pir kêm bûye û tansiyona wan nebaş e. Çimkî ji ber tansiyonê me dît ku wexta girtî rabû ser xwe ket. Ji me re gotin vîtamînan nadin. Emîne Înan a di greva birçîbûnê de ye hem hestiyên wê dihelin hem jî masûlkeyên w û daketiye 36 kîloyan. Sevîm Ekîn daketiye 42 kîloyan. Navê jinên din ên di greva bêdem û dorveger de ev in; Gulîstan Seçkîn, Remziye Karadag, Kader Peker û Zeynep Tûran. Kîloyên wan jî pir kêm bûye. Gotin pêdiviyên wan pêk nayên, tansiyona wan nayê kontrolkirin û pdêiviyên divê kesên di gervê de bigirin nadin wan. Me xwest em ji bo vê yekê hevdîtinê bi îdareya girtîgehê re çêbikin, lê daxwaza me hat redkirin."    ‘ME MUXATAB NEDÎT'    Parêzer Şeker, destnîşan kir ku ji bo derman û pêdiviyên kesên di greva birçîbûnê de wan muxatabek nedîtiye û got: "Em muxatabekî nabînin. Îdareya girtîgehê deriyên xwe li ser me digire. Me li girtîgehên din jî dît kesên di greva birçîbûnê de tên tecrîdkirin, wan ji hikumxwar û girtiyên din cuda dikin."    ZÊDETIRÎ 600 GIRTΠ   Parêzer Şeker, diyar kir ku li er girtîgehekê komên cuda di greva birçîbûnê de ne.Şeker da zanîn ku li Girtîgeha Jina ya Xarpêtê 6 girtiyên jin, li Girtîgeha Jimare 2'yan a Xarpêtê 18, li Girtîgeha Jimare 1 a Xarpêtê jî 21 girtî di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dene û bi giştî li 117 girtîgehan zêdetirî 600 girtiyên siyasî di çalakiya greva birçîbûnê de ne.    ‘DIVÊ DEWLET DEV JI VÊ HELWESTÊ BERDE'    Şeker, bertek nîşanî binçavkirina kesên li derve destekê didin çalakiyên greva birçîbûnê da û destnîşan kir ku feraseteke ku bi konsepteke navendî dixwaze çalakiyên greva birçîbûnê bitepisîne heye. Şeker diyar kir ku divê demildest dev ji vê helwestê bê berdan û divê liv û tevgerên ji bo çareserî û diyalogê çêbibin.