Polîsan avêt ser HDP'a Êlihê jî: 29 kes hatin binçavkirin 2018-12-10 21:11:05 ÊLIH – Piştî Amedê vê carê jî polîsan li Êlihê avêt ser çalakiya greva birçîbûnê ya jinên TJA'yî. Hevseroka HDP'a Êliê Berîvan Helen Işik jî di nav de 29 kes hatin binçavkirin.    Li Êlihê jinên TJA'yî ji bo destekê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê dest bi greva birçîbûnê kirin, hatin binçavkirin.    Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê dest pê kir, di roja 33'yan de ye. Jinên Tevgera Jinên Azad (TJA) jî ji bo piştevaniyê bidin çalakiya Guvenê bi heman daxwaze ji bo 3 rojan çalakiyên greva birçîbûnê dan destpêkirin. Lê belê îro danê êvarî piştî Amedê polîsan avêt ser çalakiya jinên TJA'yî ya li avahiya HDP'a Êlihê jî. Di avêtina ser çalakiyê 29 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Êlihê.   Navê kesên atin binçavkirin: Hevseroka HDP'a Êlihê Berîvan Helen Işik, Ezel Aydin, Zozan Şimşek, Sedat Yildiz, Hadi Bahadir, Eyup Yagiz, Yaşar Kirca, Ahmet Yilmaz, Sidik Topbaş, Zedan Ekmen, Osman Bozkurtaca, Songul Korkmaz, Vildan Ergul Tilegi, Gulcemal Erdinç, Sabiha Ekinci, Maşallah Kaya, Menfiat Çelik, Halise Bilir, Aliya Işik, Tugba Dogan, Elif Tiluk Timur, Şukran Çelebi, Sakina Baytar, Edibe Bilir, Sabahat Acar, Darya Arslan û welatiya bi navê Nefia ya paşnavê wê nehat hînbûn.