Binçavkirina aktîvîstên TJA'ê bi tundî şermezar kirin: Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin 2018-12-10 18:19:54   AMED - Parlamenter û rêveberên HDP û DBP'ê binçavkirina aktîvîstên TJA'yê bi tundî şermezar kirin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşide Toprak, diyar kir ku dê çalakiyên xwe xurttir bikin û heta tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe dê têbikoşin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Armanca wan armanca me ye. Heta tecrîd bidome çalakiyên me jî dê bitomin. "    22 aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo 3 rojan bi armamca piştevaniya bi çalakiya Hevseroka Kongreya Civakên Demokratî (KCD) Leyla Guven û li dijî Tecîrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Oclan dengê xwe bilind bikin îro li avahiya HDP'ê ya Amedê dest bi çalakiya grevê kirin. Piştî nûnerên TJA dest bi çalakiyê kirin, polîsan li dora avahiya HDP'ê bi TOMA û wesayitên zirxî dorpêç kirin û bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin. Polîsan di serdegirtina avahiya HDP'ê de 25 jinên ketibûn grevê û akt3ivsitên TJA'yê binçav kirin. Piştî polîsan çalakger binçav kirin, Endam û rêveberên HDP û DBP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan û binçavkirin şermezar kirin. Hevseroka DBP'ê ya Amedê Naşide Toprak, Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosun jî di navde komek endam û rêveberên HDP û DBP'ê li ber avahiya HDP'ê daxuyanî dan. Toprak, bertek nîşanî binçavkirinan dan û wiha got: "Dayika 80 salî pêxwaz binçav kirin. Ev çaw wîcdan e. Di roja mafên miovan de bi ser çalakiye de girtin. Hevalên me ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan ketibûn grevê. Lê ev çalakî tehamul nekirin û hevalên me binçavkirin. Çalakiyên me dê berdrewam bikin. Bi van binçavsirinan nikarin me bitirsînin. Em dê bêtir çalakiyên xwe xurt bikin. Heta tecrîd rabe çalakiyên me jî dê berdewam bikin.    HETA TECRÎD BI DAWÎ BIBE ÇALAKÎ JÎ DÊ BIDOMIN   Parlamentera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûn jî bertek nîşanî binçavkirinan da û got: "Armanca wan armanca me ye. Heta tecrîd bidome çalakiyên me jî dê bitomin. Em dixwazin demek berî demekê tecrid rabe. 25 hevalên me yên TJA binçav bikin jî çalakiyên me dê bidomin. Hevalên me dê çalakiyên xwe di bin çavan de jî bidomînin.