30 kes dubare binçav kirin 2018-12-10 14:18:25   RIHA  – Polisan ji 47 endam û rêveberên HDP'ê yên Rihayê ku 4 roj berê binçav kiribûn jê 30 kes sewqî dozgeriyê kirin. Lê dozger piştî sewkirinê 3 rojên din dirêj kir û dîsa şandin Midûriyeta Polîsan a Rihayê. 30 kes bi vi şiklî dubare hatin binçavkirin.    Endam û reveberên HDP'ê yên Rihayê li avahiya HDP'ê ya Rihayê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 3 rojan ketibûn çalakiya greva birçîbûnê. Di 6'ê Kanûnê de polîsan bi ser avahiya HDP'ê de girtibûn û 40 endam û rêveber di serdegirtina avahiyê de binçav kiribûn, 7 rêveber jî di serdegirtina malan de  binçav kiribûn. Polîsan 47 kesên binçav kiribûn biribûn Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan û Salona Sporê ya Sabiha Ozlek. Polîsan 47 kesên ku di 6'ê Kanunê de binçav kiribûn, îro ji wan 30 kes  sewqî dozgeriyê kirin. Lê dozgeriyê pêyî îfadeya wan bigire dîsa der barê wan de 4 rojên din pêvajoya binçavkirinê dirêj kir. Bi sedema der barê wan de 4 rojan pêvajoya binçavkirinê hatiye dirêjkirin 30 kes disa binçav kirin û birin TEM'ê û Salona Sporê.    Kesên dubare hatin binçavkirin wina ne: Hevserokê DBP'ê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî, ENdamê Meclîsa DBP'ê Murat Demirkıran, Endamê Meclisa DBP'ê Îzzet Karadag, Endama Meclisa Dayikên Aştiyê ya Rihayê Hedle Ogur û Selvi Otunç, Hevseroka DBP'ê ya Pirsûsê Rojda Bînîcî û Servet Kiliç, Hevserokê HDP'ê yê Pirsûsê Bîlal Zeren, Hevserokê HDP'ê yê Haliliyê Mahmut Manas, Gulten Akpolat, Mahmut Aslan, Şêwirmendê Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu Faruk Badili, Şeyma Badili, Çaygerê HDP'ê Halid Muslum, Serpîl Geyik, Mahmut Kuş, Mehmet Alî Oba, Şukru Turgut, Halil Kotan, Ayşe Dogan, Nazlı Bînîcî, Feryal Çelikbaş, Cemile Dagtekin, Feridun Gunbeylî, Mehmet Çîçek, Bişar Tuysuz, Menduh Melîk, Musa Çelîk, Sidki Dursun, Nejat Melîk û Ali Çaglayan.   Lêpirsîna 17 kesên din jî berdewam dike.