Karkerên ÎZBAN: Grev di wateyekê de bê kariye 2018-12-10 13:19:39   ÎZMÎR - Karkerên ÎZBAN ji ber ku daxwazên wan ên zemê nehatin qebûl kirin, di saetên serê sibê de dest bi grevê kirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Demîryol-Îş ê Îzmîrê Huseyîn Ervuz, diyar kir ku endamên wan êdî nikarin zikê xwe têr bikin, ji ber vê naxwazin bi hezar û 850 TL an jî 2 hezar û 500 TL’an bi xebitin.    Şaxa Sendîkaya Karkerên Rêbejahiyê (Demîryol-Îş) a Îzmîrê, di çarçoveya Hevpeymana Karê Giştî (TÎS) de ji A.Ş. Pergala Banliyo a Îzmîrê (ÎZBAN) xwest ku ji sedî 19,43 zem li maeşê karkeran zêde bike. Lê ji ber ku ev daxwaza Şaxa Sendîkaya Demîryol-Îş nehat qebûlkirin, 343 karkeran li ber Alsancak Gar a navçeya Konakê dest bi grevê kirin.  Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Mûrat Çepneî û hevparên HDP’ê jî piştgirî dan karkeran. Di çalakiyê de pankarta “Li cihê kar grev heye” hat vekirin. Serokê Şaxa Sendîkaya Demîryol-Îş ê Îzmîrê Huseyîn Ervuz daxuyanî da.    'KES NIKARE BÊ PERE JIYANA  XWE BIDOMÎN E'   Ervuz, da zanîn ku grev di wateyekê de bê kariye û wihagot: “Kes nikare bê kar û bê pere jiyana xwe berdewam bike. Ji bo berpirsiyartiyên xwe  yên qanûnî û civakî me dest bi çalakiyêk wiha kir.”   'PİLAVDAN DÖNENİN KAŞIĞI KIRILSIN'   Nûnerê Herêma Ege ya Turk-Îş Suleyman Yildirim jî, da zanîn ku ew ruşvetê naxwazin û got: “Em dixwazin maeşê me hinek be jî bê zêdekirin. Azîz Kocaoglu got ‘Di serdema bûrî de ez bûm aligirê vî karî, lê ez vê demê wisan nakin. Bila dewlet li rêbejahiyan mêze bike.’ Yahû wisan nekin. Tiştek wiha tuneye. Tuyê ne ji xêra xwe re mêze bikî. Em li vê derê daxwazên mirovên dixebitin qîr dikin. Me dikarî em dest pêkê jî biryara grevê bidin, lê me neda. Em bi sebir tevgeriyan. Me bi dehan car got ku divê karker neyên mexdûr kirin. Lê edî kêr giha estî.”