Cenazeyan nadan malbatan 2018-12-10 09:03:28 MÊRDÎN – Cenazeyên aîdî kesên di pevçûn û êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan û li goristana bêkesan a Meletiyê hatine definkirin nadin malbatan. A.A., diyar kir ku birayê wî di Tebaxê de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye û wan ji bo DNA'yê xwîn daye, lê belê 15 roj in encamên DNA'yê derketine lê dîsa cenazeyê wan andin wan.  Cenazeyên gelek HPG'iyên di pevçûn û êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dane li Morga Saziya Tiba Edlî (ATK) a Meletiyê tên sekinandin an jî li goristana bêkesan tên veşartin. Cenazeyên kesên di dema qedexeyên derketina derve de jiyana xwe ji dest dan û wan birin ATK'ya Meletiyê bi salan e nadin malbatên wan. Bi taybetî jî cenazeyên kesên di dema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de jiyana xwe ji dest dane nêzî 3 sal in nadin malbatên wan. Bi hinceta encamên "DNA'yê derneketine" cenazeyan nadin malbatan. Heta niha li gor agahiyan 181 cenaze li goristana bêkesan a Meletiyê hatine veşartin. Her wiha hin cenazeyên encamên wan ê DNA'yê derketine jî nadin malbatan.    ‘BI ZANEBÛNÎ BI DERENGÎ TÊ XISTIN'    A.A., diyar kir ku birayê wî di meha Tebaxê de li Dersimê di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye û piştî têkoşîneke bi mehan wan cenazeyê birayê xwe dîtiye. Lê belê 15 roj in cenazeyê birayê A.A. nadinê. A.A., bilêv kir ku tevî birayê wî 7 kes di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan birine Meletiyê. A.A., da zanîn ku ew ji bo cenaze çûye Meletiyê û 30 cenaze rê wî dane lê belê cenazeyê birayê wî ne di nav wan 30 cenazeyî de bûye. A.A., diyar kir ku bi zanebûnî hatiye kirin û cenaze ewilî nîşanî wan nedane.      A.A., got: "Ewilî ji emniyetê li me geriyan gotin birayê wê li Dersimê di êrîşeke hewayî jiyana xwe ji dest daye û cenazeyê wî li ATK'a Meletiyê ye. Ji me re gotin 'hûn dikarin biçin Meletiyê û cenazeyê xwe bigirin.' Wexta em çûn Meletiyê nivîsgeha dozger ji me re got cenazeyê we tê naskirin. Lê me cenaze nas nekir. Me ji wan r egot ne liw ir e. Lê dîsa jî gotin cenaze li wir e. Ji ber encamên DNA'yê jî nehatibûn me kir û nekir me cenaze nedît. Ewilî min digot an cenazeyê birê min ji dêvla cenazeyekî din hatiye veşartin an jî bi zanebûnî nadin."    CENAZE NADIN   A.A., destnîşan kir ku 15 roj berê ji wan re hatiye gotin encamên DNA'yê derketine û got: "Wekî min texmîn kiribû, cenaze li goristana bêkesan hatiye veşartin. Niha jî em hewl didin cenaze bigirin. 15 roj in em li Edliyeya Mêrdînê nivîsan ji Dozgeriya dersimê û ATK'ya Meletiyê re dinivîsînin. Lê dîsa jî kar û barê cenaze naqede. Em dixwazin em cenazeyê birayê xwe bînin li vir veşêrin. Lê nadin me. Tim dibêjin prosedurên qanûnî kêm in û cenaze nadin. Em dibêjin ha wê îro bidin ha sibê lê nadin. Ez dibêm ev bi zanebûnî tê kirin. Em hewl didin di nav vê hefteyê de cenaze bigirin. Ev pêkanîn bi zanebûnî tê kirin. Bi vî awayî dixwazin malbat dev ji cenazeyên xwe berdin. Naxwazin civak hay ji van tiştan çêbibin. Lê em ê dev ji cenazeyên xwe bernedin."