'Divê Erdogan pêşî posterên xwe rabike' 2018-12-10 09:01:54 AMED - Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên der barê afîş û alayên ji bo hilbijartina herêmî da û got, posterên Erdogan ên li bajêr dîmena bajêr xirab dikin.  Serokomar Tayyîp Erdogan di 6'ê Kanûnê di civîna serokên bajêr ên AKP'ê de gotibû ew ê di kampanyayên ji bo hilbijartinê de destûrê nedin dîmenan û nehêlin qelebalixî çêbibe. Erdogan, diyar kir ku afîş û alayên partiyên siyasî li kolnan daldiqînin dibe sedema qirêjiyê. Lê belê ji referandûma 16'ê Nîsana 2017'an ve li kolanên hemû bajaran posterên Erdogan hatin daliqandên û hîn jî ew poster nehatine rakirin. Li Amedê jî li gelek kolanên mezin posterên Erdogan hene. HDP'a Amedê ji bo vê yekê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr dabû. Desteya hilbijartinê biryar dabû ku posterên hatine daliqandin bên rakirin, lê dîsa jî nehatin rakirin.    'DIVÊ POSTERÊN ERDOGAN BÊN RAKIRIN'    Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn bilêv kir ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr biryar da posterên Erdogan ên li kolanan bên rakirin, lê belê dîsa jî nehatin rakirin. Bûlûttekîn anî ziman ku ev poster dibin sedema qirêjiyê û divê ewilî ev bên rakirin. Bûlûttekîn, diyar kir ku bi sifetê serokomariyê posterên Erdogan hatin daliqandin, lê belê Erdogan di heman demê de Serokê Giştî yê AKP'ê ye jî. Bûlûttekîn destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide ku hilbijartin di şert û mercên wekhev de pêk nayên.    ‘ERDOGAN DIZANE TU ŞANSÊ WÎ NEMAYE'    Bûlûttekîn got: "Ji bo hilbijartina herêmî em li herêmê bi îdiayeke mezin tev digerin. Em ê şaredariyên qeyûm tayînî wan hatine kirin bi dest bixin. Ji ber Erdogan baş dizane tu şansekî wî nemaye, îjar berê xwe dide tiştên dîtbarî. Ev hêleke din a rêbazên çewisandinê yên faşîzmê ne. Em vê yekê qebûl nakin. Em ê îtirazî vê yekê bikin."    ‘HÎLE YE'    Bûlûtttekîn destnîşan kir ku ger Erdogan naxwaze qirêjî çêbibe, nexwe divê pêşî ji xwe dest pê bike û got: "Ev pêkanîn hêleke hîleyên AKP-MHP'ê ne ku dê di hilbijartina herêmî de bikin. Ev yek jî nîşan dide ku çi qasî alwaz bûne."