ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2018'AN 2018-12-10 09:00:11 * Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê ya HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû, der barê Hefteya Mafên Mirovan de axivî û got, maf û azadî tên binpêkirin û demildest divê rêxistinên civaka sivîl nêrînên xwe yên siyasî deynên hêlekê û ji bo vê bên cem hevdu.  * Hevseroka HDP'a Amedê Fîlîz Bûlûttekîn nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên der barê afîş û alayên ji bo hilbijartina herêmî da û got, posterên Erdogan ên li bajêr dîmena bajêr xirab dikin.    * Cenazeyên aîdî kesên di pevçûn û êrîşên hewayî de jiyana xwe ji dest dan û li goristana bêkesan a Meletiyê hatine definkirin nadin malbatan. A.A., diyar kir ku birayê wî di Tebaxê de di êrîşeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye û wan ji bo DNA'yê xwîn daye, lê belê 15 roj in encamên DNA'yê derketine lê dîsa cenazeyê wan andin wan.    * Pêşniyara Qanûna Butçeya Rêveberiya Navendî ya 2019'an, dê li Lijneya Giştî bê niqaşkirin. Hevserokên Giştî yen HDP'ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî dê di rojeva Lijneya Giştî de çalakiya grevabirçîbûnê ya Leyla Guven ku li dijî tecrîdkirina Ocalan û tecrîdkirina gran a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bikin rojeva xwe.    * Endama MYK'ê ya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Sevîm Akdag, diyar kir ku tenê rojeva meclîsa ciwanan şikandina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji niha û şûnte xeta têkoşîna me dê li ser şikandina tecridê pêş bikeve. Tecrîd li ser me ciwanan pêk tê em vê tecrîdê qebûl nakin."    * Endama Meclîsa HDP'ê Feray Mertoglu, diyar kir ku cîhanek ku jin lê azad û wekhev bijîn tenê bi avakirina îtîfaqa jinan pêkan e û wiha got: "Em bi îtîfaqek pir berfireh amadekariya hilbijartinê dikin. Em bang li hemû jinan dikin ku bibin namzet."    * Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk ê ji HDP’ê bû bernamzetê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, diyar kir ku baweriya wan a demokrasî li Tirkiyeyê pêş bikeve heye û got: “Lê ev dê bi têkoşîna me derbikeve holê. Ev têkoşîn hîna destpêke.”     * Welatiyên Muglayê piştgirî dan çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û diyar kirin ku daxwaza Leyla Gunen daxwaza wan e. Welatiyan xwest bi lez tecrîd bi dawî bibe.    * Girtiyê Girtîgeha Tekîrdagê Yusuf Candemîr ê 26 salî ku hêj 15 salî bû hat girtin, niha li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di nava koma duyemîn de ketiye çalakiya greva birçîbûnê. Dayika Candemîr Zeydî Candemir, diyar kir ku ew li pişt çalakiya kurê xwe ye xwest rayedarên dewletê daxwazên wan bibhîzin û bibînin.    * 5'emîn Danişîna doza 53 kesên di qedexeya Navçeya Nisêbînê de hatibûn tahliyekirin û girtin dê li Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bê dîtin. Danişîn dê heta 14'ê Kanûnê bidome. (10.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, Baroya Amedê, Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) Odeya Tabîban, bi minasebeta Hefteya Mafên Mirovan dê îro li Parka Koşuyolu daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Jinên HDP'î yên Êlihê bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Leyla Guven dê li avahiya HDP'ê ya Êlihê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxa ÎHD'ê ya Êlihê bi minasebeta Hefteya Mafên Mrovan li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (12.00)   * Şaxên ÎHD û TİHV'ê yên Stenbolê bi minasebeta 10-17'ê Kanûnê hefteya mafên mirovan dê li Qada Sultanahmetê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)   * Şaxên ÎHD'ê yên Edene û Mêrsinê dê ji bo hefteya mafên mirovan daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13:00-16:00)