Karneya 'binpêkirinên mafan ên îktîdara AKP'ê' hat amadekirin 2018-12-09 14:14:57   ENQERE – Li gorî rapora "Karneya Binpêkirinên Mafan ên Îktîdara AKP'ê" ya Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû di navbera 2002-2018'an de 47 hezar û 910 caran "mafê jiyanê" hatiye binpêkirin. Her wiha di 16 salên dawî de 14 hezar û 960 jin hatine kuştin, herî kêm 22 hezar cinayetên kar qewimîne, 357 leşker bi awayekî guman mirine û 21 hezar û 325 kes jî bi îşkence û muameleyên nebaş re rû bi rû mane.    Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû binpêkirinên di 16 salên îktîdara AKP'ê de rû dan bi navê "Karneya Binpêkirinên Mafan ên Şktîdara AKP'ê" kir rapor. Li gorî rapora Tanirkûlû di 16 salan de 47 hezar û 910 caran "mafê jiyanê" hatiye binpêkirin. Daneyên der barê çalakiyên Geziyê yên 2013'an daxilî vê raporê nehatine kirin.    DI 16 SALAN DE 14 HEZAR Û 960 JIN HATIN KUŞTIN    Di raporê de hat diyarkirin ku di 10 mehên ewil ên sala 2018'an de 363 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin û di 16 salên dawî de jî 14 hezar û 960 jin ji aliyê zilaman ve hatine kuştin.    Di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2018'an de ji ber koçberiyê 83 kes mirine û di 16 salên îktîdara AKP'ê de jî 58 kes bi "cinayeta nefretê" hatine kuştin.    MAFÊN JIYANÊ YÊ 4 HEZAR ZAROKÎ HATIN BINPÊKIRiN    Li gorî raporê di navbera 2011-2018'an de mafên jiyanê yên 4 hezar û 3 zarokî hatine binpêkirin. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku di sala 2018'an de hezar ü 797 û di navbera 2002-2018'an de jî herî kêm 22 hezar û 224 kes bûne qurbanê cinayetên kar.    MIRINA GUMANBAR    Di raporê de hat destnîşankirin ku di navbera 2008-2018'an de 357 kes li leşkeriyê bi awayekî "guman" mirine. Di raporê de îstatîstîkên binpêkirinên mafan ên di dema hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê de jî cih girtin. Li gor raporê 179 sivîl, 62 polîs û 29 leşker û big iştî 270 kes mirine û 2 hezar û 195 kes jî birîndar bûne.    ÎŞKENCE    Li gorî raporê di navbera 2002-2018'an de 21 hezar û 325 kes bi îşkence û muameleyên nebaş re rû bi rû mane. Ji vana 2 hezar û 2014 kes di sala 2018'an de bi îşkence û muameleya nebaş re rû bi rû mane.    ROJNAMEVAN    Li gorî raporê di navbera 2002-2018'an de herî kêm 591 rojnamevan hatin girtin. Hetanî daneyên 30'yê Mijdara 2018'an; 175 rojnamevan girtî ne.    ÎXRACKIRIN    Li gorî rapora Tanrikûlû piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê heta Tîrmeha 2018'an ji 177 zanîngehan 6 hezar û 81 akademîsyen hatine îxrackirin. Ji kesên hatine îxrackirin nêzî 400 heb jê akademîsyenên îmze danîne bin danezana aştiyê. Li gorî vê raporê ji ber vê danezanê der barê nêzî 200 akademîsyenî de doz hat vekirin û 21 akademîsyen jî hatin cezakirin.    16 HEZAR KES ÎNTIHAR KIRIN    Li gorî raporê di navbera 2012-2017'an de 16 hezar û 28 kes întihar kirine.    Li gorî raporê piştî îlankirina Rewşa Awarte heta sala 2017'an de 49 saziyên tenduristiyê yên taybet, 2 hezar û 271 sazî û dezgehên perwerdehiyê yên taybet, hezar û 427 komel û 15 weqf û 19 sendîka bi KHK'yan hatin girtin.