Karkerê ceryan pê girt mir 2018-12-09 12:00:35   RIHA – Li Rihayê karker Selamî Orhan wexta li cihê kar dixebitî ceryan pê girt û mir.    Li Taxa Ûlûbag a navçeya navendî Halîliye ya Rihayê duh êvarî karker Selamî Orhan (25) wexta li banê kargeha 3 qatî paqijî dikir ceryan pê girt û mir. Wexta Orhan paqijî dikir destê wî li têlên ceryanê dikeve ceryan pê digire û ji banê kaargehê ket erdê. Orhaan rakirin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Mehmet Akîf Înan. Lê belê tevî hemû mudaxileyan jî dîsa nehat xelaskirin. Hat hînbûn Orhan 3 meh berê zewicî bû.    Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.