Polîs û cerdevanan 643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe 2018-12-09 11:27:40   ŞIRNEX – Midûrê Emniyeta Bêşebabê, polîs, xizmên polîsan, cerdevan û xebtakarên midûriyeta darayî jî di nav de şebekeyeke ji 19 kesan pêk tê  643 milyon lîre pere anîn ser navê xwe.    Li Bêşebaba Şirnexê şebekeyeke ku bi milyon lîreyan dewletê xisirand derket holê. Şebeke ji 19 kesan pêk tê û di nav de Midûrê Emniyeta Bêşebabê, polîs, xizmên polîsan, cerdevan û xebatkarên midûriyeta darayî hene. Ev şebeke di Nîsan-Adara 2015'an de di bin navê "Promosyonên meaşên polîsan" de 643 milyon lîre pere derbasî ser navê xwe kirin.    Pere ji hesabekî aîdê Amîrtiya Emniyeta Navçeyê hatiye kişandin. Piştî pere tê transeferkirin, şik û guman çêdibin ku ji bo navçeyeke wekî Bêşebabê biçûk ev pereyekî pir e û li ser vê derdikeve holê.    Pêşî midûrê bankeyê li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê gilî dike. Lê belê ji ber tiştek nayê kirin, midûrê bankeyê serî li Wezareta Dadê dide. PIştî serîlêdana midûrê bankeyê mufetîşên Wezareta Navxweyî lêkolînê dikin û bi vê lêkolînê derdikeve holê ku şebekeya ji 19 kesan pêk tê li ser vî pereyî rûniştiye. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê de Midûrê Emniyeta Bêşebabê jî di nav de 19 kes hatin girtin û der barê wan de doz hat vekirin.    Li gorî îdianameyê wexta Midûrê Emniyeta Navçeyê N.A.Ç. di 4'ê Nîsana 2015'an de diçe betlaneyê ev yek hatiye destpêkirin. Midûrê Emniyetê N.Ç.A. wexta diçe betlaneyê ji bo karên li ser du hesabên Bankeya Zîraatê bike wekaletnameyê dide polîsê bi navê Selahattîn Karakoç. Karakoç jî bi vê wekaletnameyê di bin navê "Promosyonên meaşên polîsan" de ji hesabê Amîrtiya Emniyeta Navçeyê pereyan dişîne hesabê xwe.    Paşê heman polîs pereyên kişandiye ser hesabê xwe, ji hesabê Şîrketa Lîmîted a Veguhastinê ya aîdî Fîkret Durmuş û Tahîr Durmuş ku nêzî AKP'ê ne. Her wiha ji bo fihêtkirina van pereyan Midûrê Darayî yê Bêşebabê Saît Durmuş jî daxil dibe.    Dîsa li gorî îdianameyê wexta Midûrê Emniyeta Bêşebabê N.Ç.A. li betlaneyê ye tê tayînkirin û li şûna wî Adnan Unsal tê peywirdarkirin. Piştî Unsal tê tayînkirin wexta hesaban lêkolîn dike, hay ji liv û tevgera di hesaban de dibîne. Lê belê ji dêvla ku Unsal gilî bike ew û şebekeyê li hev dikin û ji wî pereyî parekê hildigire. Midûrê Emniyeta Navçeyê Unsal jî bi awayekî derqanûnî Karakoç diparêze û dixwaze tim pereyan bişîne hesabê wî.    Bi vî awayî hesab hatin valakirin. Lê belê di Gulana 2015'an de rayedarên Navenda Giştî yên Bankeya Zîraatê li ALîgirê Midûrê Emniyeta Bêşebabê Mehmet Karakaş geriyan û der barê vî pereyê gumanbar de ew agahdar kirin. Lê Karakaş jî ji dêvla ku gilî bike diçe ew û Midûrê Emniyetê Unsal û polîs Karakoç li hev dikin. Vê carê Karakaş tev li Unsal û Karakoç li Bankeya Îşê hesab vedikin.    Piştî van hesabên nû, ev car zêdetir pere tên desteserkirin. Polîs Selahattîn Karakoç jî ji bo ev rewş bal nekişîne li Enqereyê ji bo xizmê xwe Guven Demîr li Bêşebab, Enqere û Kastamonûyê 3 şîrketan ava dike. Bi vî awayî hesabên bankeyê vala kirin.    Li gorî îdianameyê gelek polîs hay ji vê rewşê hebûne lê belê deng ji xwe neanîne. Dîsa li gorî îdianameyê endamên şebekeyê bi giştî 635 milyon û 842 hezar lîre pere derbasî hesabên xwe kirine û li ser rûnştine.    Wê di rojên pêş de danişîna dosyeyê pêk bê. Kesên navên wan di dosyeyê de hene ev in: Midûrê Emniyetê Adnan Unsal, polîs Selahattîn karakoç, Mehmet Karakaş, Taner Akin, Coşkûn Kir, cerdevan Saît Durmuş, Fîkret Durmuş, Tahîr Durmuş, Alî Vûral, Alî Kaş, Guven Demîr, Nûr Dogan Kûrt, Harûn Karabiyikoglû, hevjîna polîsê bi navê Selahattîn Karakoç Afîfe Akyan Karakoç, baldûza wî Ayşe Akyan, birayê wî Mukremîn Karakoç, OMer Ozkoca, Huseyîn Bûgra û Ozcan Karakoç.    Her wiha dozgeriyê xwest der barê Şîrketa Veguhastinê ya Aras Îsmaîl û Şîrketa Lîmîtedê ya Başat Projeyê de jî tevdîr bên girtin. Her wiha şîrketên din; Şîrketa Anonîm a Înşaat, Turîzm, Sanayî û Bazirganiyê ya Akverî, Şîrketa Lîmîted ya Înşaat, Sanayî û bazirganiyê ya Derya Pen û Alî O.C. û Îrfan K. jî daxilî dosyeyê bên kirin.