Li maleke xwendekaran bijîşkek hat kuştin 2018-12-09 10:29:30   XARPÊT - Cerahhê Giştî Doç. Dr. Mûstafa Gîrgîn li maleke xwendekaran hat kuştin. Der barê bûyerê de bijîşkeke jin û xwendekarek zanîngehê hat binçavkirin.    Li navenda Xarpêtê li Kuçeya Tûncay a Taxa Naîlbeyê Cerahhê Giştî Doç. Dr. Mûsfa Gîrgîn li maleke xwendekaran hat kuştin. Li gorî îdiayan ji bo pirsgirêkekê gazî Gîrgîn hatiye kirin û hat derpêşkirin ku di dema nîqaşa li malê de hatiye kêrkirin. Piştî cînar hay jê çêbûn gazî polîsan kirin. Lê belê Gîrgîn li cihê bûyerê mir.    Piştî bûyerê xwendekarê zanîngehê F.A. (23) û bijîşka pratîsyen Ç.G.B. hatin binçavkirin. Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.