Gergerlîoglû: Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin 2018-12-09 09:19:36 EDENE – Parlementerê HDP'ê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û rewşa gritiyên nexweş û got: "Li girtîgehan polîtîkaya dijminahiyê tê birêvebirin. Polîtîkaya 'min ew girt û ew dijiminê min e.' Lê belê ev muameleyên kirêt bi tu awayî nayên qebûlkirin."  Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê û Endamê Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê Omer Farûk Gergerlîoglû bal kişand ser binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û helwesta dewletê ya li hemberî girtiyên nexweş.    Gergerlîoglû, destnîşan kir ku her diçe hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Her wiha Gergerlîoglû bal kişand ser kêmbûna bijîşkên li girtîgehan jî û got: "Li girtîgehên Tirkiyeyê hejmara girtiyan 260 hezar e. Lê belê tenê 8 bijîşkên aîdî kadroya Wezaretaa Dadê hene. Yên mayî jî aliyê Wezareta Tenduristiyê ve bi usûla ava milan tên temînkirin. Ji ber em baş dizanin bi ava milan aş nagere, em fêm dikin xizmeta tenduristiyê ya ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ve tê temînkirin bê çi qasî kêm û bêkêr e. Ji 471 bijîşkî 463 jê ji derve tên temînkirin. Tenê 8 jê aîdî kadroya Wezareta Dadê ne. Kêmasiya di warê tenduristiyê de zêde ye. Jixwe pir aşkere ye ku girtiyên nexweş di warê tenduristiyê de xwedî dezavantaj in. Her wiha bi ser de jî bi muameleyeke nebaş re rû bi rû dimînin."    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ BINPÊKIRIN    Gergerlîoglû destnîşan kir ku girtiyên nexweş bi binpêkirinên mafan re rû bi rû dimînin. Gergerlîoglû, diyar kir ku li girtîgehan mirovên felcî û nikarin biaxivin hene û got: "Em behsa Tirkiyeyeke ku xaltîkên extiyar, pîra Sîsê, apên extiyar, kesên mîna Koçer Ozdal û gelek kesên din ên niha nikarim navên wan bihejmêrim tên girtin hene. Ev mirov piştî di merheleyên zor û zehmet re derbas dibin ancax tên berdan. Bi rastî jî di girtîgehan de ji ber burokrasiya giran giran bi rê ve diçe ew mirov an di warê tenduristiyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin an jî dimirin. Gelek bûyerên bi vî rengî hene."    Gergerlîoglû, bilêv kir ku dewlet bi çavekî dijminane li girtiyên nexweş dinere û bi feraseteke cezakirinê nêzî wan dibe. Gergerlîoglû diyar kir ku di binheşiya dewletê de "Divê ev mirov bên tunekirin. Divê bên îmhakirin. Jixwe tu mehsûla xizmeta kêm tune ye" heye. Gergerlîoglû destnîşan kir ku wexta mafê jiyanê tê binpêkirin dewlet xwe diparêze û tişta skandal jî ew e wexta girtiyên jiyana xwe ji dest didin piştî mirinê bi 45 rojan dewlet wekî girtî jiyana xwe ji dest nedabe daxuyaniyê dide. Gergerlîoglû got: "Mixabin feraseteke ev qas xemsar heye. Em bi feraseteke ku pêkanînên xwe qebûl nake re rû bi rû dimînin. Ev feraset feraseteke xirab e."    ASTENGÎ PIR IN    Gergerlîoglû, diyar kir ku girtiyên nexweş di warê nexweşxane, bijîşk, prosedur û razandinê de jî bi astegiyan re rû bi rû dimînin û got: "Girtiyên nexweş di warê mafê tendurstiyê de bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Hûn mecbûr in vana ji A'yê heta Z'yê biguherînin. Jixwe di ser kapasîteyê re mirov hene. Xizmeta tenduristiyê pir kêm e. Ji ber qawîşa mehkûman tune ye wexta mirov diçin nexweşxaneyê ji xizmeta tenduristiyê bêpar dimînin. Hûn bi awayekî ji girtîgehê diçin nexweşxaneyê. Wexta hûn diçin nexweşxaneyê vê carê jî hûn bi astengiya nebûna qawîşa mehkûman re rû bi rû dimînin. Divê hûn emeliyat bibin. Bijîşk heye. Lê belê tê gotin 'Qawîşa me ya mehkûman tune ye. Em nikarin te emeliyat bikin. Divê dîsa tu biçî girtîgehê.' Çend roj berê bi mînakeke ecêb re rû i rû mam. Nexweşekî divê di nav 2-3 rojan de deildest ji çavê xwe emeliyat bibe, lê ancax piştî 2 meh û nîvan şûnde emeliyat dibe. Ji ber vê çavê bêtir texrîb bû. Çimkî biçe nexweşxaneya kîjan zanîngehê qawîşa mehkûman tune ye. Ji ber vê nexweş bi binpêkirinên mafan ên mezin re rû bi rû ma. Hin girtî hene nêzî 3 sal in 20 diranên wan diêşin. Lê nayên tedawîkirin. Girtiyên ji ber ziravê xwe nerihet in demeke dirêj tên sekinandin lê dîsa jî nayên emeliyatkirin. Carinan jî, mixabin hin bijîşk bi egerên bîrdoziyî nêz dibin."    ‘DIJMINÊ MIN E'    Herî dawî Gergerlîoglû got: "Beriya her tiştî divê li Tirkiyeyê edalet hebe. Divê bi mebesta cezakirinê girtîgeh bi mirovan neyên tijekirin. Ger di girtîgehê de mirov hebin divê ji bo wan xizmeteke mirovî jî hebe. Herkes dizane komeke dezavantajî heye. Divê xizmeteke azamî hebe. Dibe mirovek bê girtin. Dibe ji ber hin sûcan hatibe girtin. Lê belê dîsa jî divê dewlet lê binere. Divê ev yek pêk bê. Wexta feraseteke bi vî rengî hebe wê kêmasiyên di warê tenduristiyê de ji holê rabin. Polîtîkayeke dijminahiyê heye. Polîtîkaya 'min ew girt û ew dijiminê min e.' Belê dibe her dewlet biryarên wisa bide. Lê belê muameleya kirêt a li hemberî van mirovan bi tu awayî nayê qebûlkirin."    MA / Hamdullah Kesen