Îslam: Li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin 2018-12-09 09:18:50 ENQERE – Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam, anî ziman ku cezakirina HDP'iyan nayê qebûlkirin û li Tirkiyeyê êdî normên hiqûqê naxebitin.  Di 4'ê Kanûnê de cezayên der barê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, parlementerên HDP'ê yên berê Sirri Sureyya Onder û Îdrîs Balûken de hatin pesendkirin. Parlementerê Partiya Saadetê yê Stenbolê Cîhangîr Îslam pesendkirina cezayên der barê HDP'iyan de nirxand û destnîşan kir ku êdî li Tirkiyeyê normên hiqûqê naxebitin.    ‘NAYÊ QEBÛLKIRIN'    Îslam, bilêv kir ku tu wijdan van biryaran qebûl nake û got: "Helbet ev biryar ne hiqûqî lê siyasî ne. Îro pirsgirêka herî mezin a li pêş darazê ew e biryarên xwe ne li gorî qanûn, qanûna bingehîn an jî mewzûatan lê li gorî çavkaniyeke ku me çavkaniya wê tespît nekiriye dide. Piştî biryara DMME'yê hin dosyeyên din xistin rojevê. Di dîroka me de tu carî nehatiye dîtin ku daraz ev qasî lezgîn tev digere û ceza tên birîn. Ev yek jî nîşan dide ku divê Tirkiye demildest ber bi dewleta hiqûqê ve biçe."    ‘KARESATEKE MEZIN E'    Îslam, bal kişand ser daxiyaniya Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan ku piştî biryara DMME'yê da û got: "Daraz li gor fermana wan tev digere an jî nagere ew û wijdanê xwe. Helbet bi vê yekê berê xwe dide darazê, lê bobelata mezin ew ê ku Tirkiye peymaneke îmzeya xwe li bin xistiye esas nagire. Loma ev yek karesateke mezin e."    ‘EV BIRYAR ÎSTIKRARÊ XERA DIKIN'    Îslam, bilêv kir ku biryarên ku darazê dane wê îstikrara Tirkiyeyê xera bikin û wê wê ji dewleta hiqûqê dûr bixîne. Îslam got: "Ev yek tenê bandorê li siyasetê nakin, wê li aboriyê jî bikin. Sedema sereke ya krîza aborî ya Tirkiyeyê bêîstikrariya daraz û hiqûqê ye. Dev ji hatina veberhênanên biyanî berdin, êdî veberhênanê xwecihî jî direvin."    ‘DIVÊ SERDESTIYA HIQÛQ BÊ PARASTIN'    Îslam, bi bîr xist li Tirkiyeyê herî zêde niha bawerî bi darazê nemaye û got: "Îjar tişta divê bê kirin ew e divê bi bi hev re em xwedî li dewleta hiqûqê derkevin. Hêviya min heye. Kesên di nav darazê de serdestiya hiqûqê diparêzin jî wexta vê yekê bibînin wê ev hewldan zêdetir bibe. Wexta em behsa serdestiya hiqûqê dikin Serokomar bi xwe jî di bin vê sîwanê de ye. Divê bi israr serdestiya hiqûqê bê parastin."    MA / Berivan Altan