Di hevdîtinên ji bo budçeyê de wê rojeva sereke ya HDP'ê Leyla Guven be 2018-12-09 09:18:07 ENQERE – Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guvenê didome. Wê HDP sibê li Desteya Giştî ya Meclîsê di hevdîtinên ji bo budçeyê de çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê hat destpêkirin bike rojeva xwe ya sereke.  Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê di civîna xwe ya 6'ê Kanûnê de ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku 32 roj in ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê di greva birçîbûnê de ye, biryara plansaziyên nû girt. Wê HDP di nav koordînasyona ku li Amedê ji bo çalakiya Guvenê hat çêkirin de cih bigire û wê bi awayekî aktîf di nav çalakiyên bên lidarxistin de cih bigire.    WÊ ÇALAKIYÊN DENG Û RONAHIYÊ BÊN DESTPÊKIRIN    Li gorî çavkaniyên HDP'ê wê der barê çalakiya Guvenê de li tevahiya Tirkiyeyê çalakiya deng û tefandina ronahiyan bê destpêkirin.    WÊ BIBE ROJEVA HEVDÎTINÊN JI BO BUDÇEYÊ    Wê sibê li Desteya Giştî ya Meclîsê der barê Qanûna Budçeyê de axaftin bên kirin. Wê koma HDP'ê di axaftina xwe de bal bikişîne ser rewşa Guvenê. Wê kadroya HDP'ê bi tevahî tev li hevdîtinan bibe û wê mijara wê ya sereke jî greva birçîbûnê ya Leyla Guvenê be.    WÊ BI REWŞENBÎR; HUNERMEND Û NIVÎSKARAN RE JÎ HEVDÎTIN BÊN ÇÊKIRIN    Her wiha HDP wê hewl bide vê mijarê têxe rojeva rewşenbîr, hunermend û nivîskaran jî û wê bi daxwaza edaletê li Amed û Stenbolê ji bo lidarxistina mîtîngan bixebite.    MA / Berivan Altan