Bersûc beraat kir, lê belê Ozkanê eleqeya wî bi bûyerê tune ye 22 sal in girtî ye 2018-12-09 09:17:00 AMED - Di îdianameya doza Licê de her çend aşkere bû eleqeya Mehmet Emîn Ozkan ê 80 salî bi kuştina Fermandar Bahtiyar Aydin re tune ye, dîsa jî nayê berdan. Ozkan 22 sal in di girtîgehê de ye, lê belê bersûcê dozê hat beraatkirin.  Bi hinceta li Licêya Amedê di 22'yê 1993'yan de Fermandarê Cendirmeyan Bahtiyar Aydin kuştiye cezayê muebeta giran li Mehmet Emîn Ozkan hat girtin. Ozkan 22 sal in girtî ye û li benda edaletê ye. Ozkan di sala 1996'an de li Mêrsînê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat binçavkirin. Paşê ji ber îfadeya du îtirafkaran ku paşê herdu îtirafkaran îfadeya xwe bi paş ve kişand bi heman îdiayê hat darizandin. Her çend Ozkan di dema darizandinê de bilêv kir ku tu eleqeya wî bi bûyerê re tune ye, lê dîsa jî cezayê muebeta giran lê hat birîn.    BERSÛC HATÎPOGLÛ BERAAT KIR    Di 7'ê Kanûna 2018'an di danişîna biryardayînê ya dozê de Dadgeha Cezayê Giran a 1'ê ya Îzmîrê biryar da. Heyeta dadgehê ji ber bersûcê Fermandar Tûnay Yanardag miriye biryar da Yanardag ji dosyeyê bê derxistin û der barê bersûc Fermandarê Cendirmeyan ê wê demê Eşref Hatîpoglû de jî biryara beraatê da.    Parêzerê Mehmet Emîn Ozkan Serdar Çelebî bal kişand ser rewşa muwekîlê xwe.    ‘KIRYAR DERKETIN HOLÊ'    Çelebî, destnîşan kir ku biryara beraat ya ji bo bersûcê dozê ne biryareke hiqûqî û wijdanî ye. Çelebî, bilêv kir ku bi biryara beraatê wê tesîreke neyînî li ebrdana muwekîlê wî bike. Çelebî, anî ziman ku kiryarên cinayetên derketine holê û delîlên vê yekê hene. Çelebî got: "Me dizanibû wê dewlet nehêle biryareke der barê kesên di nav dewletê yên Bahtiyar Aydin kuştine de bê dayîn."    Çelebî, diyar kir ku muwekîlê wî bûye qurban û got: "Serdozgeriya Komarê ya Amedê piştî 18 salan şûnde diyar kir ku tu eleqeya Mehmet Emîn Zekî bi cinayeta Bahtiyar Aydin re tune ye. Jixwe muwekîlê min jî tu carî tiştên pê tê tawanbarkirin qebûl nekir. Ji bo sûcdariya wî delîlek jî tune ye. Ji ber bersûc Fermandar Tûnay Yanardag mir biryar hat dayîn ji dosyeyê bê derxistin û der barê ebrsûc Fermandarê Cendirmeyan ê wê demê Eşref Hatîpoglû de jî biryara beraatê hat dayîn. Lê belê ev biryar nayê wateya ku Ozkan sûcdar e. Muwekîlê min Ozkan nexweş e û ji bo bê berdan em ê careke din serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê bidin."    ‘EM DOZA MAFÊ MIRINEKE BI ARAM DIKIN'    Çelebî got: "Mafê jiyanê pîroz e. Muwekîlê min hindik maye bimire. Em dixwazin hîn sax e ev çewtî sererast bibe û muwekîlê min vê yekê bibîne. Em doza mafê mirineke bi aram dikin. Her diçe tenduristiya wî xirabtir dibe. Divê rojek berî rojekê dawî li vê neheqiyê bê û muwekîlê min bê berdan û li cem malbata xwe be."    HAFIZASINI KAYBETTİ   Ozkan di nav lîsteya girtiyên nexweş ên rewşa wan giran a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire. Nexweşîna guatr, roviyan, dil, tansiyona zêde, alzheîmer lê peyda bûne. Heta niha di girtîgehê de 5 caran qeyrana dil derbas kiriye û 4 caran jî anjiyo bûye. Divê ji ber guatra xirab a qirika xwe emeliyat bibe, lê belê ji ber temenê wî zêde ye nikare bibe. Carinan Ozkan ji ser hişê xwe diçe û herdu guhên wî baş nabihîsin. Heta niha ji bo bê berdan malbatê 5 caran serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) daye û saziyê rapora ji sedî 87 daye wî lê belê dîsa jî tê gotin "dikare di girtîgehê de bimîne."    MA / Lezgin Akdeniz