Mehek derbas bû lê hîn jî rapora Sîsê Bîngolê nehatiye amadekirin 2018-12-09 09:16:14 MÊRSÎN - Piştî Sîsê Bîngola 85 salî rakiribûn nexweşxaneyê hatibû gotin wê 15 roj şûnde rapora wê bê amadekirin, lê belê hîn jî rapor nehatiye amadekirin û her diçe rewşa Bîngolê xirabtir dibe. Parêzer Gulşen Ozbek, destnîşan kir ku çawa rapor bê ew ê ji bo berdana Sîsê Bîngol serîlêdanê pêk bînin.    Sîsê Bîngol a 85 salî ya li Girtîheja Jina ya Tarsûsê ye, di 2'yê Mijdarê de rakiribûn Necxweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Mêrsînê. Bîngol 8 rojan li nexweşxaneyê hatibû tedawîkirin û piştî 8 rojan hatibû gotin wê di nav 15 rojan de rapora wê bê amadekirin. Lê belê mehek derbas bû hîn jî rapor nehatiye amadekirin. Parêzvanên mafên mirovan diyar kirin ku her diçe rewşa Bîngolê xirabtir dibe û xwestin bê berdan.    Parêzer Gulşen Ozbek, bilêv kir ku hîn rapora Zanîngeha Mêrsînê negihaştiye ber destê wan, lê belê çawa rapor bigihîje ber destê wan ew ê serlêdanê pêk bînin. Ozbek, diyar kir ku ji ber li bin raporê îmzeyeke endamê heyetê kêm e rapor bi derengî hatiye xistin.    Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TUAYDER) Ebedîn Aktaş jî bilêv kir ku her diçe rewşa Bîngolê girantir dibe û loma nexweşxaneyê "rapora" nikare di girtîgehê de bimîne" dane. Aktaş, destnîşan kir ku divê Bîngol di şert û emrcên baş de bê tedawîkirin û got: "Wê rakirin nexweşxaneyê jî, lê belê di bin tecrîdê de hat tedawîkirin. Ev rêbaza tedawiyê ne rast e, bêhiqûqî û bêedaletî ye. Jineke 85 salî bi ranzayê tê kelemçekirin û tedawîkirin. Ev ne tiştekî ehlaqî ye."    ‘NIKARE BI TENA SERÊ XWE PÊDIVIYÊN XWE BI CIH BÎNE'    Aktaş, da zanîn ku Bîngol nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne û got: "Hevalên wê alîkariya wê dikin. Ji kincên wê bigirin heta razana wê, rûniştinê hevalên wê alîkariya wê dikin. Ancax bi vî awayî dikare bijî. Dayika Sîsê di ser 85 salî re ye. Di vî temenî de nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Em dixwazin kêliyên xwe yên dawî li mala xwe derbas bike. Em bang li Wezareta Dadê dikin; divê dayika Sîsê demildest bê berdan."    ‘REWŞA WÊ XIRAB E'    Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Mêrsînê Hakki Demîr jî diyar kir ku li girtîgehê her diçe rewşa Bîngolê xirabtir dibe û got: "Divê Bîngol rojek berî rojekê bi awayekî azad li nexweşxaneyê bê tedawîkirin. Divê li cem malbata xwe be. Aşkere ye ku keseke 85 salî nikare di girtîgehê de bimîne. Qanûn jî vê yekê dibêjin. Lê belê dîsa jî nayê berdan." Demîr, anî ziman ku Bîngol dixwaze demên xwe yên dawî li gundê xwe derbas bike û got: "Divê ev yek pêk bê. Ev tiştekî mirovî ye. Nikare bi tena serê xwe pêdiviyên xwe bi cih bîne. Girtina wê bêhiqûqî ye."    MA / Cemil Ugur