Li Bekir Kaya 8 sal û 3 meh ceza birîn 2018-10-18 19:15:12   WAN - Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya birî.    Danişîna 8'emîn a doza Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Bekir Kaya ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin û xebatkarên şaredariyê Cûma Koyluoglû, Çetîn Çîftçî, Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît, Can Tayan û rêveberên MEYA-DER'ê Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûyar li Dadgeha Cezayê Giran a 2'yan a Wanê pêk hat. Dadgehê piştî parêziyan ji Kaya xwest gotinên xwe yên dawî bêje û Kaya got: "Cezakirina min ne girîng e, lê ji bo hevalên me yên din bi awayekî adilane tev bigerin." Piştî gotinên dawî yên Kaya dadgehê bi îdiaya "Endamtiya Rêxistinê", "Bi bilêvkirina navên rêxistinên sûcî gefxwarin" û "Alîkariya rêxistinê" kesên tên darizandin tawanbar kir. Dadgehê 8 sal û 3 meh ceza li Kaya, herkê 2 sal û mehek jî li xebatkarên şaredariyê Bekîr Kiran, çetîn Çîftçî, Îdrîs Şaybak û Nerîman Ûyar birî. Her wiha Zelal Tanli, Mehmet Yalim Eryîgît û Can Tayan jî beraet kirin.