Temellî: Hiqûq tune êrîşa tolê ya îktidarê heye 2018-10-18 15:56:03 WAN - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezai Temellî, tev li danişîna doza Hevşaredarê Girtî yê Wanê Bekir Kaya ku girtî tê darizandin bû. Temellî, bal kişan ser darizandina siyasetmedarên kurd û wiha got: "Helwesta dijminatiyê ya li dijî hevşaredar, şaredarî, hevserok û siyasetmedarên me, nîşan didin ku daraz çiqas di bin darê zorê de ye. Li vir darizandin tune. Êrîşa tolê ya îktîdarê heye."    8'emîn danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Bekir Kaya li 2’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hat dîtin. Di danişîna dozê de Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, Parlamenterên HDP'ê yên Wanê Muazzez Orhan, Bedîa Ozgokçe Ertan û Murat Sarısaç, endam û rêveberên HDP'ê yên bajar  û navçeyan jî amada bûn. Bekîr Kaya jî tev li danişînê bû û parastin kir. Temellî piştî li parastina Kaya guhdar kir ji bo tev li ziyaretên Mûşê bibe ji salonê veqetiya. Temelîl beriya ku biçe Mûşê li pêş salonê daxuyanî da. Temelli, diyar kir ku Kaya, di dil û mejiyê gelê Wanê de xwedî cihekî pir taybet e û wiha got: "Em îro tev li danişîna Bekir Kaya bûn. Beriya niha parastina xwe kir. Bi îdîayên ku tu eleqeya wan û hiqûqê bi hev tune tê darizandin. Hemû sûcdarî û îdîayên ne li gorî aqilan li dosyaya wî bar kirine. Tu rastiya wan û heqîqeta van îdîayan tune ye. Em vê yekê baş dizanin.    BEKÎR KAYA LI DIJÎ HIQÛQÊ TÊ DARIZANDIN     Temellî, da zanîn ku Kaya jî wekî hevalên xwe yên din rastî heman îdîayên ku esl û feslên wan tune tê û wiha got: "Ev îdîanameya ku hatiye amadekirin tu wîcdan qebûl nakin. Em dibin şahid. Ev şerma pergala darizandin û dadgeha Tirkiye ye. Şerma edaletê ye. Em ji ber vê rewşê pir xemgîn in. Ji ber ku em dizanin Bekir Kaya  Wan bi xwe ye. Wan jî Bekîr Kaya ye. Kaya ji ber xizmeta xwe ya li Wanê tê darizandin. Li ser her buhosta axa Wanê keda wî heye. Hemû tişta ku Kaya di erdhejê de kir û ji bo Wanê kiriye li holê ye. Tişta ku walî ji kiriye li holê ye. Yên ku xizmet ji gel veşart Walî bi xwe bû. Yên ku ligelê wanê xwedî derketin û li cem gel sekinî iro li vir tên darizandin. Yên xizmeta gel kir îro girtî ne. Li vir li dijî heq û hiqûqê girtî tên darizandin."    Di esasê îdîanameya Kaya de çêkirina goristanan heye. Wekî ku çêkirina goristanan li dijî zagonan û mafan be. Weki definkirina mirovan sûc be nîşan didin. Sûcê wan çi dibin bila bibin, di encamê de cenaze ne. Bê ruh in. Divê bên defin kirin. Dozger destûra definkirinê dide. Piştî dozgeriyê ruhsat da divê ev mirov bên definkirin. şirovekirna vê yekê nabe. Nêzîkatiya li dijî definkirina mirovan hesta dijminantiyê ye. Li dijî şaredarî, hevşaredar, hevserok û siyasetedarên me hesta dijminantiyê pêş dixin. Ev helwest nîşan dide ku daraz çiqas di bin darê zorê de ye. Li vir darizandin û hiqûq tune. Êrişa tolê heye. Divê her kes li dijî van dozan hestiyar tev bigerin. "    Temellî piştî daxuyanî da, ber bi Mûşê ve ket rê.