Doza Hatun Tugluk hat taloqkirin: Bersûcan li danişînê selfîe kişandin 2018-10-18 14:02:04   ENQERE – Bersûcên êrîşkar ên êrîşî cenazeyê Hatun Tugluk kirin di salona danişînê de selfîe kişandin. Piştî parastinan heyeta dadgehê danişînê taloqî 27’ê mijdarê kir.    Di 14’ê îlona 2017’an dema HDP’yan cenazeyê Hatun Tugluk a dayika siyasetmedar Aysel Tugluk defin dikir, rastî êrîşa nijadperestan hat. 7’emîn danişîna doza bersûcên êrîşî cenaze kirin li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Golbaşiyê hat dîtin. 19 bersûc û parêzerên xwe û her wiha parêzerên muştekî jî amade bûn.    SELFIE KIŞANDIN    Balkêş bû ku bersûcên êrîşkar li salona danişînê li gor serê xwe tevgeriyan. Beriya danişînê li salonê selfîe kişandin. Ji bersûcek êrîşkar di danişînê de dema li benda dadger bû got: “Ez xwe wek bombeyê hîs dikim. Wê her tişt xweş be. Ez wek bombeyek pîma wê hatiye kişandin amade me.” Bersûc bi van gotinan bi polîs re diyalog danî.    Piştî tespîta nasnameyan serokê dadgehê agahî û belgeyên hatin danişînê xwend. Vîdeoyê ji TRT’ê hatin xwestin bi tevî dosyeyek ve CD û wêneyan anîn. Lê bes hat zanîn ku danenîn berhev.    Piştî parastina şahidên bûyerê û bersûcên êrîşkar heyeta dadgehê bi boneya kêmasiyên dosyeyê bên temamkirin danişînê taloqî 27’ê mijdarê kir.