Di doza ‘îşkencê’ ya Nisêbîn de dimenên nezaretxaneyê jêbirin! 2018-10-18 12:25:30 STENBOL - Derket holê ku di doza “Îşkencê” ya Nisêbînê de, dîmenên îşkenceyê yên li Midûriyeta Polîsan hatiye jêbirin.   Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê di dema “Qedexeya derketina derve” de di 26’ê Gulana 2016’an de 17 jê zarok 75 kesên ji bajêr hatin derxistin, piştê binçavkirinê, hatibûn girtin.  Kesên hatin binçavkirin piştî “Dimenên mîzansen” ên hatin kişand, îşkenceya li wan hatibû kirin, hem ji malbat, hem parêzer û hem jî ji şandeyên dadgeran re vegotin. Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê, li ser geliyên kesên dibin çavan de rastî îşkenceyê hatin, lêpirsîn dabû dest pê kirin. Di dosyeya lêpirsîna ya du salin berdewam dike de, piştî guhertina dozger biryara veşartinê ji bo dosya hat dayîn. Di dosyeyê de ji bilî daxwazên parêzer û çand raporên tipa edlî, tu tiştek din nîne. Parêzerên ku di dosyeya lêpirsînê ya nû girtin de, skandalek nû derket holê.    DÎMENÊN KAMERAYÊ JÊBIRINE!   Buroya Amadekar a Serdozgeriya Komarê ya Nisêbînê, di 21’ê Hezîrana 2016’an de, ji Midûriyeta Polîsan a Nisêbînê, qeydên kameraya nezaretxaneya 12 zarokên îdîakirin ku li wir rastî îşkencê hatine, xwestin. Di bersiva ji bo dozger hat dayîn de, ev tişt hatin gotin: “Pergal qeydê ya li Şaxa Midûriyeta me ya Zarokan de, bi awayekê otomatîk qeydê dike. Dema ku hafizeya wê tije dibe, bi awayekê otomatîk nû dibe û dîmenên jê diçin. Ji ber vê yekê dîmenên berî mehekê hatine jêbirin.”    DÎMENÊN 26’Ê GULANÊ TUNEYE!   Her wiha derket holê ku ne tenê dîmenên nezaretxaneya 12 zarokên lê man tuneye, dîmenên 26’ê Gûlana 2016’an, bi giştî tune ye.