Xwestin xebatkarê Navenda Giştî ya HDP'ê birevînin 2018-10-18 12:05:07   ENQERE - Kesên xwe wekî polîs dan naskirin xwestin xebatkarê Navenda Giştî yê HDP'ê Fahrî Yalçin birevînin.    Xebatkarê Navenda  Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fahrî Yalçin, dema ji navenda giştî diçû malê li kolana Tahranê kesen xwe wekî polis dan naskirin, xwestin wî birevînin. Yalçin tekildarî mijarê agahî dan Ajansa Mezopotamya (MA) û diyar kir ku kesên xwestin wî birevînin ketin milê wi û xwestin bi zorê li maşînê suyar bikin. Yalçin agahî dan û wiha got: "Ez ji navenda giştî ya HDP'ê derketim û diçûm malê. Ez çûm rawestgeha kolana Tahranê. Min bihîst ku dengekî got 'Fahrî' Dema ez li pişt xwe zîvirîm, min dît ku 2 kes nêzî min dibin. Dema min pirsî hûn kîne? Gotin 'Em polîs' Xwestin bi min re bi axivin. Demaı min got 'ez we nas nakim' ketin milê min û westin min li maşinê suyar bikin. Lê min xwe ji nava destê wan xelas kir û reviyam. Ez dîsa hatim avahiya Navenda Partiyê.    Fahrî Yalçin, di îlona 2016'an de disa ji aliyê kesên gotin "Em endamê MÎT'ê ne ve hatibû revandin. Cîgira hevseroka Giştî ya HDP'ê ya wê demê Aysel Tugluk jî têkildarî mijarê daxuyanî dabû û gotibu 'Dema hevalên me li maşînê suyar kirin li Nêzî Midûriyeta Polisan a Enqereyê li ser kolana Kazim Karabekirê, di maşîneya ku 3 kes têde rê li pêş wan girt û dest danîn ser wî. Wê demê xwe wekî endamê Tekşîkalat Îstîxbarata Neteweyî (MÎT) a Serokwezîrtiyê dan naskirin. Hevalê me birin pastaxaneyek li Keçîorenê û der barê Navenda Giştî de aaghî xwestin."