Jina di qezaya kamyonê de bi birîndarî rizgar bû: Hevjîn û 2 zarokên min windane 2018-10-18 11:51:50 ÎZMÎR - Jina penaber Rîm Acîm a ji Iraqê, ya di qezaya kamyonê ya li navçeya Menderes de 22 kesan jiyana xwe ji dest dan û 13 kes jî birîndar bûn de, bi birîndarî rizgar bû, diyar kir ku agahî ji hevjîn û 2 zarokên xwe yên di kamyonê de bûn, nagire.   5Li duriyana Balafirgeha Îzmirê di 14’ê Cotmehê de kamyona ku penaber suwar kiribûn û dibirin Grava Somasê ya Yunanîstanê qulibî qanala avê. Di qezayê de 22 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 13 kes jî birîndar bibûn. Têkildarî bûyerê 11 kesên 2 jê Sûriyelî hatibûn binçavkirin. 13 kesên birîndar li nexweşxaneyên cuda tên dermankirin û 8 zarokên xizmên wan tuneyî teslîmî Mîdûriyeta Xizmeta Malbat, Kar û Civakî ya Bajêr hatin kirin. Jina 5 meh dûcanî Rîm Acîm (31) a di qezayê de bi birîndarî xelas bû  û li Nexweşxaneya Tîpa 9 Cotmehê ya Îzmîrê tê dermankirin, diyar kir ku ji ber qezayê zarokên xwe winda kirin û ji bo ku kes bi Erebî nizane, nikare têkilî bi kesekê re dane. Bijîşkan, diyar kir ku di canê wê de gelek cihên şîn û reş bûne hene û gotin: “Parasûyê wê şikestine. Kes nayê serdana Acîm û kes rewşa wê napirsin. Bi navbeynkariya wergervaniyê dema bi Acîm axivîn, Acim ji me re got hevjîn û 2 zarokên wê jî di kamyonê de bûn û agahî ji wan nagire.”   ’BERÎ 20 ROJAN EM HATIN ÎZMÎR Ê’   Acîm a ji ajansa me re axivî, ev tişt gotin: “Dema di beşa welidandinê de bûm,  her roj wergervanek dihat, bi min re di axivî. Lê ji roja ez anîme vê beşe kes nayê gel min û ez nikarin bi kesekê re biaxivim. Li vê derê kez bi zimanê min nizane. Ji ber vê fikarin min hene. Pêdiviya min bi wergervan heye. Ez agahî ji hevjîn û zarokên xwe nagirim. Di dema qezayê de hevjîn û du zarokên min bi min re bûn. Dema  ez anîm nexwexşxanê ji min re gotin hevjîn û zarokên te dijîn. Nûmareya telefona hevjînê min di nava kincên min de bûn. Lê ji ber ku hatim emeliyat kirin, ew kaxiz jî nava kincên min de winda bû. Ez mereqa wan dikim. Ger dijîn, ez dixwazim agahî ji wan bigirim. Berî 20 rojan em ji Iraqê hatin Îzmîrê. Saet 21.00’ê şevê em li kamyonê siwar bûn û ber destê sibê re jî me qeza kir. Ji bilî 25 kesan hemû zarok bûn. Kêliya dema kamyon li erdê ket tê bîra min û dûr her tişt pir xerab bû. Hemû kes nava xwînê de man. Dûre min çavên xwe li nexweşxanê vekirin. Niha hinek din baştirim. Ez tenê dixwazim agahî ji malbata xwe bigirim. J imin re dibêjin hevjîn û zarokên te dijîn, lê dengê yek ji wan jî nayê min. Ez wan meraq dikim.”      MA / Ayşe Surme – Nîmet Olmez