‘Li Reqayê dengê hêviyê olan dide’ 2018-10-18 11:51:16   REQA – Bajarê Reqayê ji tarîtiya DAIŞ’ê hat rizgarkirin û salek derbas bû. Reqa xwe di 19’ê Cotmehê de ji bo pîrozbahiyan amade dike. Min li Reqayê bi mehan geşedan şopand û niha piştî salekê dîsa li Reqayê me. Dema operasyonê Reqa bajarê tirs û xofê bû û niha veguheriye rengek din û bi mirovan şên bûye. Niha jî li Reqayê dengê hêviyê olan dide.    Bi pêşengiya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) di 19’ê Cotmeha 2017’an de Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar kirin. Bi ser rizgarkirina Reqayê re salek derbas bû. Dema DAIŞ’ê Reqayê dagir kiribû li tevahiya cîhanê wek paytexta tirsê nas dikir. Lê niha roj bi roj çirûskên siberojek ronî pêdikevin û bajar vedigere halê xwe yê berê.    KIRIBÛN NAVENDA HOVÎTIYÊ    DAIŞ’ê li Reqayê xelîfetiyê îlan kiribû. Her ku diçû ev bajar ber bi tarîtyê ve diçû. Dixwestin hemû gelan qir bikin û li bajêr yek reng ava bikin. Ev bajar xwedî rengek xwe yê mozaîk e. Her kolanên bajar veguherindibûn hovîtiyê. Hemû şûngehên dîrokî û saziyên dewletê kiribûn navendên îşkence û kuştinê. Mirov bi komî dihatin înfazkirin û windakirin. Her roja ku diçû tirs û xofa li Reqayê li çar aliyê cîhanê belav dibû.    Hemû dibistan hatibûn girtin û DAIŞ’ê li dibistanan dersên cîhadî didan. Jin û zarok bi çarşefên reş girê didan û dixwestin koletiyê bikin. Jinan li bazarên koletiyê yên Reqayê firotin. Hin jin di zîndanên bin erdê dihatin ragirtin. Gellek ji van jinan ên êzidî bûn ku di komkujiya Şengalê de dîl hatibûn girtibûn. Hêj aqûbeta bi hezaran jin nayê zanîn.    PÎROZBAHIYA SALVEGERA RIZGARKIRINÊ    DAIŞ’ê ewil derbeya giran a têkçûnê li Kobanê xwar. HSD’ê di 6’ê Hezîrana 2017’an de li dijî hovîtiya li Reqayê bi navê xwe din DAIŞ’ê dest bi pêngavek dîrokî kir û di 19’ê Cotmeha 2017’an de bajar rizgar kir û ji cîhanê re ragihand. Di 19’ê Cotmehê de dê li gelek deverên bajêr pîrozbahiyên rizgarkirina salvegerê bên pîrozkirin.    PIŞTÎ OPERASYONÊ DÎSA LI REQAYÊ ME    Bi mehan li Reqayê host bi host kêlî bi kêlî min operasyona rizgarkirinê şopand. Min li Reqayê hovîtiya herî ber bi çav a DAIŞ’ê bi wêne û dîmenan raxistibû ber çavan. Piştî salekê dîsa berê min ket rêya Reqayê û hatim vî bajarê qedîm. Di serdema operasyonê de bajarek bi tirs û xof bû û dihat mirov. Bajarek hayalet bû. Niha bajar bi mirovan rengîn û şên bûye û xemiliye. Her ku diçe ev bajar ji nû ve tê ser xwe û heta çavê te dibîne dengê qelebalixiyê û dengê hêviyê tê. Tu bixwazî biçî kîjan devera bajêr ew deng li ber guhê te olan dide. Hemû kolan û kûçe tije mirov bûne û jiyan ji nû ve hatiye honandin. Ev bajar êdî ber bi ronahiyê ve diçe.    MA / Nazim Daştan