Prz. Ozdogan: Şahidê Nepen li gorî rewş û pêvajoyê dikin amûr 2018-10-18 11:42:07 ENQERE - Prz. Nuray Ozdogan, bal kişand ser "Şahidê Nepen" û diyar kir ku Şahidê Nepen di darizandinê de ne ji bo cemaweriyê, ji bo siyasetê li gorî dem û rewşê dikin amûr.  Şahidên Nepen di serdema AKP'ê de ket rojeva Tirkiyeyê. Di demên dawî de "Şahidên Nepen" bûye mijara niqaşê. Heta niha gelek siyasetmedar, aktîvîst û rojnameger li ser îfadeya "Şahidê nepen" hatin girtin û rastî ceza hatin. Ji ber hikûmeat AKP'ê ev yek kir zagon, daraz Şahidên Nepen weki delîla esasî digirin dest. Piştî di 27'ê Kanûna 2007'an de meclîse qebûl kir û di 5'ê Çileya 2008'an de di Rojnameya Fermî de "Zagona Şahidên Nepen" hat îlankirin, îfadeyên "Şahidê Nepen" bêtir derket pêş. Heta niha gelek kesên qada muxalif li ser îfadeyên Şahidên Nepen hatin binçavkirin û girtin. Di sala 2009'an de li ser îfadeya "şahidê nepen" operasyona "KCK" pêk hatû bi sedan siyasetmedarên kurd hatin binçavkirin û girtin. Bi dehan rojnameger hatin girtin. Gelek zarok û ciwan bi salan hatin girtin û rastî cezayên giran hatin. Piştî şahidê nepen niha jî îstîxbarata nepen pêş xistin. Pêkanîna "Şahidên Nepen" di 31'ê Tebaxa 2015'an de di çarçoveya "Zagona Têkoşina Bi Terorê re" di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Dîsa ji bo bibin alîkariya faîlên sûc û îxbarê pêş bixin xelat hat dayîn. Ji bo xelatdayînê û pêşxistina sîxuriyê Wezareta Karên Hundir rêzikname weşand. Ev yek di serdema Cemaetê de pêş ket û di serdema AKP'ê de wekî "îxbara nepen", "Şahidê Nepen" berdewam kir û bi sedan kes ji ber ve yekê tên darizandin û rastî ceza hatin.    Herî dawî li ser îfadeya kesên nepen li Amedê û 8 bajarên din 141 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 25 kes hatin girtin. Di nava kesên hatin girtin de Rojnameger Kibriye Evren û Hevserokê HDP'ê yê Amedê Mehmet Şerif Çamçi jî hebûn. Piştî Keşe Brunson ê ji ber îfadeya "Şahidê Nepen" dihat darizandin û serbest hat berdan "Şahidê Nepen" dîsa bû sedema nerazîbûn û bertekan. Di serî de Serokê MHP'ê Dewlet Bahçeli bertek nîşanîe "Şahidê nepen" da. Lê balkêş e li ser daxwaza DYA, Brunson serbest hat berdan, lê bi sedan siyasetmedarên kurd hêj girtî ne.    Prz. Nuray Ozdogan, anî ziman ku her çend piştî Hewldana darbeya 15'ê Tîrmehê wekî têkoşîna li dijî FETO kiribin rojev jî, di rastiya xwe di sala 2009'an de ketiye meriyetê. Ozdogan, da zanîn ku ev hişmendî li dijî siyaseta kurdan û xebatên siyaseta kurd ketiye meriyetê.  Ozdogan, anî ziman ku operasyona "KCK"ê ku destê Cemaatê hat meşandin, îro kesên ev operasyon pêş xistin bi xwe girtî tên darizandin û wiha axivî: "Kesên operasyon pêk anin hatin girtin. Lê ev doza ku wan daye meşandin hêj didome. Dozger û polîsên ku delîl kom kirin, ji doza 'FETO' girtî tên darizandin. Lê îro hêj ev delîlên ku wan kom kirine derbasdar in. Ji ber ku îro yên tên darizandin muxalif û siyasetmedarê kurd in. Îro hqûq kêrî tu tişti nayê. Ji ber ku siyaset bi tevahî ketiye xizmeta siyasetê. Şahidê Nepen îro di daraza DYA û Almanya de heye. Vê rêbazê di sûcên gelek mezin de dixin meriyetê. Dema li Tirkiye xistin mereyitê em li dijî vê yekê derketin.  Şahidê Nepen ji bo îro hatiye amadekirin. Di hemû darizandinên politîk de em rastî şahidê nepen tên. Ji ber ku nikarin siyasetmedaran ji siyasetê dûr bixin bi riya "Şahidê Nepen" rê li pêş digirin. Ji ber ku ne pêkan e em pirsan ji Şahidê Nepen bikin. Lê dîsa daxuyaniyên Şahidê Nepen esas tê girtin. Şahidê nepen li gorî demê û li gorî rewşê tê guhertin. Ne di xizmeta cemaweriyê de ye. Di xizmeta siyasetê de ye. Bi rastî şahidê nepen heye ya na ez bi fikar im. Divê şertên ku em pirsan ji Şahidê nepen bikin hebe. Lê destûr û derfetan nadin ku em pirsan jê bikin. Li vir darizandinek neheq heye. Kirasekî nehatiye fesilandin li darizandinê dikin û neheq mirovan digirin û ceza dikin. Bi vê rêbazê bi awayekî li dijî hiqûq û edaletê welat tê rêvebirin."    MA / Berivan Altan