Mizrakli: Tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe 2018-10-18 11:10:25   AMED - Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Selçûk Mizrakli, diyar kir ku operasyonên li ser endam û rêveberên HDP’ê bandorê li xebatên wan nake û got: “Li Tirkiyeyê tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe û di vî warî de bi HDP’ê re bikeve pêşbaziyê.”   Piştî Serokkomar Erdogan di daxuyaniya li kampa Kizilcahamam a partiya xwe de HDP hedef nîşan da, di çarçoveya operasyonên li dijî siyasetmedar û rojnamegeran ên navenda wê Amed a li 9 bajaran di 9’ê Cotmehê de pêk hat û di operasyonan de 142 kes hatin binçavkirin û ji van kesan 25 kes jê hatin girtin. Alîkarê Serokê Giştî yê CHP û Parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici jî, roja 13’ê Cotmehê ya operasyon hîna berdewam dikir de, di civîna “Amedekariyên hilbijartina herêmî” ya rêxistina CHP’ê ya Amedê de gotibû ew daxwazkarên dengên HDP’ê ne. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Selçûk Mizrakli, gefên Serokkomar Erdogan ên li ser partiya wan, operasyonên li dijî endam û rêveberên partiyê nirxandin û daxuyaniyên CHP’ê yên di civîna herêmê de dayîn, rexne kir.      ‘AKP’Ê FÊM KIR KU BI SER NAKEVE’   Mizrakli, bal kişand ser gefên Erdogan ên li dijî HDP’ê û wiha axivî: “Ji ber ku êdî dizane li herêmê hilbijartinan qezenc nake, gefan dixwe. AKP îqna bû ku êdî nikare bi polîtîakyên êrîşkar û operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî rêxistinbûyina me ya bi sazî bi ser bikeve. Ji ber vê gefan dixwe. Ligel ku dizanin dê winda bikin jî, pêkanînên xwe yên dijdemokrasiyê berdewam dikin. Ji xwe demokrasiyê bi rejîma yekzilamî re darbeyek mezin xwar.”    ‘KESÊN DENGÊ XWE DERNAXIN HEVKARÊN VÎ SÛÇÎNE’   Mizrakli, diyar kir ku divê derdorên demokratîk helwestê nîşanî gefên Erdogan ê li dijî HDP’ê, danîn û wiha got: “Hemû kes baş dizanîn ku rejîma AKP’ê ka kîjan pêkanînên faşîzane îmze kirin. Ji HDP’ê bigirin, hemû rêxistinên demokratîk û partiyên siyasî hedef girtin. Kesên dengên xwe dernexin hevkarên vî sûçîne. Her ku em nêzî hilbijartina  herêmî dibin operasyonên li ser endam û rêveberên HDP’ê zêdetir dibin. Lê operasyon tu bandorê li xebatên me nakin. HDP ne cara yekemîn rastî van êrîşan tê. Ev êrîş ji 7’ê Hezîranê, heya roja îro berdewam dikin. Êrîşî buroyên hilbijartinê, wesayît û kadroyên partiya me kirin. Îro nêzî 5 hezar endamên partiya me girtinê. Hûn çiqasê bixwazin, ewqasê hewl bidin ku hûn zirarê bidin dara Çinarê, di rastiyê koka wê pir kûre û saxleme. HDP bi gel re siyaseta xwe pêş dixe. Binesaziyeke me ya bi hêz heye. Li Tirkiyeyê tu partî nikare mîna HDP’ê civakî bibe û di vî warî de bi HDP’ê re bikeve pêşbaziyê. AKP jî dizane êdî bi HDP’ê nikare. Îro bi mîlyonan kes dinava partiya me de cih digirin û dê di hilbijartinê de jî bi xebitin.”   CHP REXNE KIR    Mizrakli, daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê CHP û Parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici yê di civîna “Amedekariyên hilbijartina herêmî” ya rêxistina CHP’ê ya Amedê got “Em daxwazkarên dengên HDP’ê ne” jî rexne kir û wiha bilêv kir: “Di vê ev nêzîkatî di warê wijdanî û nirxên demokrasiyê de bên nirxandin. Binesaziya partiyekê wisan rehet nehatiye avakirin. Divê hilbijartin tenê weke barometre neyê dest girtin. Xwezî li şûna vê gotin, bigotan ‘Li dijî pêkanînên dij demokratîk em jî HDP’î ne.’ Bawer bikin ev nêzîkatî dê binirxtir bûya. Dengên HDP’ê ji bo xwe xwestin, yek ji ferasetên polîtîkayên çepane. Divê ev feraset bê renxekirin. Çi dibe bila bibe tu HDP’î dengên xwe nadin CHP’ê.”    MA / Ozgur Paksoy