Rojnameger Evren a hat girtin: Ewil dixwazin rojnamegeran bêdeng bikin 2018-10-18 10:51:16 AMED - Rojnameger Kîbriye Evren diyar kir ku ew jî wek hevpîşeyên xwe yên din ji ber faaliyetên pîşeyî hat girtinê û rojnameger wijdanê civakê ne û ji ber vê jî hewl tê dayîn ku bên bêdengkirin. Evren got rojnameger bêdeng bimîne wê civak jî bêdeng bimîne û dê tu demê ji rastiyan tawîz nede.  Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Amedê di 9’ê cotmehê de li hemberî rojnameger û siyasetmedaran operasyon pêk hat û piştî darizandinê rojnameger Kîbriye Evren jî di nav de 25 siyasetmedar hatin girtin. Evren a ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtiye bi rêya parêzerên xwe bersiva pirsên ajansa me Mezopotamyayê da. Evren got bi operasyonê îradeya jinê hedef hatiye girtin.   'LÊGERÎNA TAZÎ FERZ KIRIN'    Evren da zanîn ku polîsan saet di 01.00’an de bi ser mala wê de girtiye û got: "Ez rabûm ku derî vebikim lê derî hatibû şikandin. Tîmên taybet li ber derî diqêriyan. Berê çekan dan me. Em li erdê dirêj kirin û çek dan serê me. Du heban pêlê pişta me kirin û hundir lêgerîn kirin. Hemû mal serobino kirin. Du kompîturên min, telefon û pirtûkên min desteser kirin. Qaşo zilamek şahid, anîn mala min. Bi ser mala jinan de girtibûn lê şahidek jin neanîbûn. Em rastî lêgerîna tazî hatin. Hemû alavên me yên taybet ligel şahidê mêr hat kirin. Em bi kelepçeya berovajî ji hundir derxistin. Di bin navê kontrola tenduristiyê de em birin nexweşxaneyê. Tevî min bi israr ji doktor re got pêlê pişta me kiriye jî doktor rapora ‘derb tune ye’ da. Pêkanîna doktor ji ya polîsan ne cudatir bû. Piştî lêgerîna tazî ya li malê li emniyetê jî ferzkirina lêgerîna tazî hat kirin. Li Emniyetê min dît nêzî 60 jinî hatine binçavkirin. Ev operasyon li dijî îradeya jinê bû.”   ‘MIN XWEST PARASTINA BI KURDÎ BIKIM LÊ MIN SEWQÎ GIRTINÊ KIRIN'    Evren di dewama axaftina xwe de anî ziman ku di roja 4’emîn a binçavkirinê de sewqî dozgeriyê hatiye kirin û ji ber biryara "nepen" li ser dosyayê hebû, parêzeran der barê sûcdariyan de nikaribûn agahî bigirin û wiha domand: "Tevî min xwest ez parastina bi Kurdî bikim, bêyî îfadeya min bê girtin ez sewqî girtinê kirim. Dadgeriyê di lêpirsînê de, derketina min a derveyî welat ji bo falaiyetên rojnamegeriyê min kiribû sûc dîtibû. Dîsa ji ber min nûçeyên di malperên cuda yên nûçeyan de reetwet kiribû sûc hat hesibandin. Çavkaniyên min yên nûçeyan, wêneyên min bi hevalan re kişandibûn sûc hatin hesibandin. Ev sûcdarî hemû jî di encama îfadeyên 3 şahidên veşarî de, hatine kirin.”   'JI BER XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ GIRTÎ ME'    Evren destnîşan kir ku li Tirkiyeyê xebatên rojnamegeriyê wek berê îro jî pirr zehmet in û wiha pêde çû: "Ez jî wek hemû hevpîşeyên xwe yên di girtîgehê de, niha girtî me. Desthilatdarî kesên ne li alî xwe terorîst îlan dike û hewl dide bi zorê bêdeng bikin. Bi sedan rojnameger ji ber rastî ji civakê re ragihandin niha di girtîgehan de ne. Ev sûcdarî ne şexsîne, polîtîkaya çewisandin û bêdengkirina civakê ye. Piştî girtinê em bi kelepçeyê anîn girtîgehê. Piştî kar û barê li avahiya girtîgehê jî kelepçe dernexistin.”   'DIXWAZIN EWIL ROJNAMEGERAN BÊDENG BIKIN'   Evren di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Wek her qadê di vê qadê de jî serdestiya mêr derdikeve pêşberî me. Di encama vê zîhniyetê de, kuştinên jinan, tacîz, tecawiz, kuştinên sewalan, dertên holê, di encama vê zîhniyetê de krîz herî zêde bandorê li ser jinan dike, şer bandorê li ser jinan dike. Dewlet dixwaze em rojnanameger sê meymunan bilîzin. Lê rojnameger wijdanê civakê ye. Em tu car ji rastiyan tavîzê nadin.”