Keyayên Mêrdînê yên hatin dûrkirin: Em ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin 2018-10-18 10:02:52 MÊRDÎN – Keyayên Mêrdînê yên ji aliyê Wezareta Karê Hundir ve ji peywîrê hatin dûrkirin diyar kirin ku ew ne bi tayînkirinê bi hilbijartinê hatin bijartin û got: “Tê gotin ku ev operasyonek beriya hilbijartinê ye. Em jî di heman fikrê de ne.”    Wezareta Karê Hundir di 15’ê cotmehê de bi giştî 259 keya ji peywîrê dûr kir. Hat ragihandin ku biryara dûrkirina keyayan a ji peywîrê di Desteya Ewlehiya Millî (MGK) de hatiye girtin.    KEYAYÊN TAXÊN HILWEŞANDÎ JÎ DÛR KIRIN    Ji hin keyayan re ev danezana biryarê hat şandin. Hat zanîn ku yek ji cihên herî zêde keya ji peywîrê hatine dûrkirin Mêrdîn e. Di vê çarçoveyê de li tevahiya bajêr 57 keya ji peywîrê hatin dûrkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; li Qoserê 8 keya, li Nisêbînê 10 keya, li Mehsertê 14 keya, li Şemrexê keyayek, li Kerboranê 10 keya, li Dêrikê 9 keya û li Stewrê jî 5 keya ji peywîrê hatin dûrxistin. Hat zanîn ku Qeymeqamiyan keyayan li hev kom kir û dest danî ser mohrê wan. Ya balkêş jî ew e keyayên taxên Yenîşehîr, Abdulkadarîpaşa, Firat û Zeynel Abidîn yên Nisêbînê ku di serdema qedexeya derketina kolanan de dem û dûz bûn ji peywîrê hatin girtin.    Me têkildarî mijarê xwe gihand keyayan û keyayan ragihand ku ji bilî daxuyaniya Wezareta Karê Hundir tu agahî neçûye ber destê wan.    ‘EM NE BI TAYÎNKIRINÊ BI HILBIJARTINÊ HATIN’    Keyayê taxa Berçem a Qoserê Mahsum Aslan ê ku ji peywîrê hat dûrkirin diyar kir ku duh bangî wî kirin e û ew çûye qeymeqamiyê û biryarê jî re teblîx kirin e. Aslan da zanîn ku hincetek şênber di destê rayedaran de nîne û got: “Sûcek ango hincetek wek serê derziyê jî di destê wan de nîne. Em beşdarî daxuyaniyên ‘desteka ji bo terorê’ nebûne. Em ne bi tayînkirinê em bi hilbijartinê hatine ser kar.”    ‘OPERASYONEK BERIYA HILBIJARTINÊ YE’    Keyayê gundê Fitînê ya Derikê Sedat Mercan jî anî ziman ku tenê ew bi hinceta “gumanê” ji peywîrê hatiye dûrkirin û got: “Tu hincetek şênber nîşan bidin nîne. Biryarek darazê yê derbarê min de teqez bûye jî nîne. Em ji dûrxistina peywîra xwe rast nabînin. Tê gotin operasyonek beriya hilbijartina herêmî ye. Em jî di heman fikrê de ne.”    ‘EM TEVLÎ BIRYARA WAN NABIM’    Serokê Komeleya Keyayên Derikê û Keyayê Gund3e Mizgewrê ya Derikê Reşat Çelîk jî destnîşan kir ku der barê hûrguliyên biryarê de agahî li ber destê wan nînin û got: “Ez tevlî biryara ji bo min dane nabim. Em ê pişt re daxuyaniyek berfireh bidin.”    ‘KEYAYÊN ME BI HILBIJARTINÊ HATINE’    Serokê Komeleya Keyayên Qoserê Hatîn Şeran jî têkildarî biryara dûrxistinê axivî û wiha got: “Piştî biryara taliyê em li bendê ne keyayan vegerînin ser karê wan. Keyayên me hemû bi hilbijartinê hatine ser kar. Lê bes ev biryara ji bo wan hatiye dayîn di hilbijartinek din de nabe asteng. Dîsa dikarin bibin namzet û bên hilbijartin. Em ê li benda biryara dawî ya lêpirsînê bin. Em hêvîdarin wê keyayên me di vê mijarê de mexdûr nebin. Heke ji bilî azayên wan hin kesên din bên tayînkirin, dê ev tayînkirin ji tayînkirina qeyûm wêdetir be.”   MA / Ahmet Kanbal