‘Dê gel di hilbijartinê de hesab ji qeyûman bipirse' 2018-10-18 09:23:15 DERSIM – Rêveberiya HDP'ê ya nû ya Dersimê, got hilbijartina herêmî roja hesabpirsînê ye û dê gel hesab ji qeyûman bipirse.  Rêxistina HDP'ê ya Dersimê di 13'ê Cotmehê de hevserok û rêveberiya xwe ya nû hilbijart. Hevserokên bajêr Ozlem Toprak û Hidir Çîçek, kongreya hat lidarxistin û xebatên ku dê bikin nirxandin.    ‘DERSIM CAREKE DIN TÊ DAGIRKIRIN'    Toprak, bilêv kir ku li Dersimê polîtîkayeke taybet tê birêvebirin û bi taybetî jî piştî qeyûm hat tayînkirin Dersim bi êrîşeke topyekûn re rûberû maye. Toprak, destnîşan kir ku li Dersimê dewlet dagirkeriyeke nû xistiye dewrê. Toprak, diyar kir ku ji aliayên ku li her çar aliyên bajêr hatine daliqandin ev dagirkerî diyar dibe û got: "Çimkî bi destê qeyû»m baweriya me, çand û zimanê me tê asîmlekirin."    ‘ROJEVA SEREKE HILBIJARTIN E'    Toprak, diyar kir ku ji bo ew li hemberî polîtîkayên tên sepandin tev bigerin û ji bo hilbijartina herêmî wan kongre li dar xistiye. Toprak, anî ziman ku kongreya wan bi coşeke mezin derbas bûye û û ev jî nîşan daye ku HDP cihê hêviyê ye. Toprak, destnîşan kir ku rojeve sereke ya rêveberiya nû hilbijartina herêmî ye û ew ê tevî gel bersiva qeyûm bidin.    Hidir Çîçek jî anî ziman ku divê pêşî li Tirkiyeyê demokrasî çêbibe û bal kişand ser girtina hevşaredaran. Çîçek got, li tu deverê cîhanê kesên ku gel ew hilbijartine nehatine girtin û ev pêkanînên zalimane nayên qebûlkirin.    ‘DEWLETÊ BI ALAYAN DERSIMÊ DESTESER KIR'    Çîçek, bal kişand ser alayên tirk ên li çar aliyên Dersimê hatine daliqandin. Çîçek, anî ziman ku tu pirsgirêkeke gel a ji bo alayê tune ye, lê belê dewlet vê yekê bi zanebûnî dike û bi vî awayî dixwaze her derî desteser bike. Çîçek got: "Ev yek nayê qebûlkirin. Qanûna alayê heye. Roj û cihên ku ala lê bên daliqandin diyar in. Lê belê mixabin li Tirkiyeyê siyaset li ser alayê tê meşandin."    ŞEWATANDINA DARISTANAN   Çîçek, diyar kir ku bi van polîtîkayan re gelê Dersimê tê cezakirin û jixwe heta niha dewletê tu carî nasnameya elewîtiyê qebûl nekiriye. Çîçek, bal kişand ser şewitandina daristanan û bilêv kir ku her sal di meha Tebaxê de bi zanebûnî daristan tên şewitandin. Çîçek, bi bîr xist ku erdnîgariya Dersimê bi mehan hatiye şewitandin û wekî ku tiştek nebûbe ev yek di malperên dewletê de nehatiey tomarkirin.    ‘EM Ê HESAB BIPIRSIN'    Çîçek, diyar kir ku dê rêveberiya nû ji bo berjewendiyên gel tev bigere û ew ê şaredariyên xwe yên hatine desteserkirin ji qeyûman bistînin. Çîçek, destnîşan kir ku hilbijartina herêmî roja hesabpirsînê ye û dê gel hesab ji qeyûman bipirse.