707 cenaze li goristanên bêkesan û morgên nexweşxaneyan e 2018-10-18 09:21:24 AMED - Cenazeyên kesên di dema îlankirina qedexeya derketina derve ya li bajaran û pevçûnan de mirin, li goristanên bêkesan hatine definkirin û hin jê jî li morgan tên sekinandin. 265 cenazeyên ji Goristana Xerzanê hatin derxistin û 442 cenazeyên din ên li goristanên bêkesan û li morgan tên rawestandin, nadin malbatan.  Di dema qedexeyên derketina derve yên di 2015-2016'an de li bajaran hatin îlankirin û pevçûnênn pêk hatin de bi sedan kes mirin. Cenazeyên wan bi hinceta nehatine teşhîskirin nadin malbatên wan. Hat îdiakirin ku testên DNA'yê bi encam nebûne û loma li goristanên bêkesan hatine veşartin. Ji 16'ê Tebaxa 2015'an heta 1'ê Hezîrana 2017'an li Amedê 127, li Mêrdînê 32, li Colemêrgê 20, li Şirnexê 13, li Bedlîsê 8, li Êlihê 3, li Mûşê 4, li Çewlîgê 5, li Dersimê 5 û li Xarpêtê jî carekê qedexeya derketina derve hat îlankirin.    LI 12 BAJARAN 251 CENAZE TÊN RAWESTANDIN    Tevî cenazeyên li goristanên bêkesan hatine veşartin, gelek jê jî li morgên hin bajaran tên rawestandin. Li gorî daneyên MEYA-DER'ê ku bi KHK'ê hat girtin; li Goristana Yenîkoy a Amedê 23, li Rihayê 27, li Xarpêtê 1, li Dîlokê 7, li Cizîrê 33, li Silopiyayê 17, li Şirnexê 42, li Erziormê 54, li Trabzonê 6, li Wanê 6, li Sêrtê 10 û li Bedlîsê jî 25 bi giştî jî 251 cenazeyên HDP û YPS'iyan tên rawestadin.    HINCET: TESTA DNA'YÊ    170 cenazeyên ku tê diyarkirin HPG'î ne û li Dersim, Çewlîg, Mûş, Xarpêt û Meletiyê di pevçûnan de mirine bi salan e li goristanên bêkesan tên sekinandin. Her wiha li Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê jî 21 cenaze hene. Sedema nedayîna van cenazeyan jî ew e ku "Encamên testên DNA'yê temam nebûne."    Her wiha tê diyarkirin ku nimûneyên ji bo testa DNA'yê hatine wregirtin jî xistine çewalekî û li goristanên her 12 bajaran hatine veşartin.    AQÛBETA 265 CENAZEYAN NEDIYAR E    Her wiha ji 267 cenazeyên ku di 19'ê Kanûna 2017'an de ji Goristana Oleka Jor a Tetwana Bedlîsê hatin derxistin jî 265 cenaze bi hinceta testên DNA'yê nadin malbatan û aqûbeta van cenazeyan hîn jî nediyar e. Ji van cenazeyan cenazeyên Dîlan Bîngol û Celal Ovmen radestî malbatan hatibûn kirin, lê 265 cenaze hîn jî aqûbeta wan nediyar e.    707 cenazeyên li goristanên bêkesan û morgan li benda teşhîskirinê ne.    MA / Ozgur Paksoy