Polîsan gef li namzetê HDP'ê xwar! 2018-10-18 09:20:47 STENBOL – Polîsan avêt ser navnîşana berê ya namzetê parlementeriyê yê HDP'ê yê Edîrneyê Hasan Atîk. Atîk got: "Polîs xwestine ji hevalên min re gotine dema bi te re xeberda bêje 'her terorîst dê çi bê serê te jî'."  Polîsan avêt ser mala berê ya Namzetê Parlementeriyê yê HDP'ê yê Edîrneyê Hasan Atîk. Her çend Atîk li derveyî welat bû jî, polîsan dîsa li mela wî geriyan. Atîk, anî ziman ku di dema namzetiyê de zêde bi zext û zoriya polîsan re rûberû maye û xwest dawî li van zextên li ser wî û malbata wî bên.    Atîk, anî ziman ku di 12'ê Îlonê de polîs avêtina ser mala wî ya berê û dema çûne lê geriyane û wî jî ji hevalê xwe yê berê yê malê re gotiye. Atîk got: "Niha li wê malê hevalekî min ê berê dijî û tu eleqeya wî bi jiyaneke polîtîk re tune ye. Hevalê min tirsiyaye û xwestiye nasnameya xwe nîşan bidin. Polîs nasnameya xwe nîşan dane û dema nîşan dane heqaret li min kirine û xwestine malê sehî bikin. Hevalê min jî tirsiyaye û ji wan re gotiye hûn dikarin sehî bikin. Hevalê min ji wan re gotiye ew li vê malê namîne. Polîsan jê re gotiye ew ji bo wî nehatine, ji bo min hatine. Lê bêyî ku biryara lêgerînê nîşan bidin ketine malê û 10 deqîqeyan mal sehî kirine."    WEKÎ HER TERORÎSTÎ...   Atîk, diyar kir ku piştî lêgerînê polîsan pirsa wî kirine û got: "Çêrî jiyana min a polîtîk kirine. Hevalê min gotiye ji zûv de ye ez û wî hevdu nabînin. Jê re gotine eger bi te re axivî jê re bêje 'wekî her terorîstî dê çi bê serê wî jî'."      Atîk, anî ziman ku ji ber sekna xwe ya polîtîk û parêzvaniya xwe ya mafê mirovan gelek caran hatiye desteserkirin û gelek caran gef lê hatine xwarin. Atîk, destnîşan kir ku di dema namzetiya wî ya HDP'ê de jî tim bi zext û zoriyan re rûberû maye û xwest dawî li van zext û zoriyên li ser wî û malbata wî bên.    Atîk, destnîşan kir ku ew ê tu carî ji rêgezên xwe yên polîtîk tawîz nede û ew ê bitêkoşe.    MA / Necla Demir