Gundiyan behsa qedexeya ku 8 rojan dewam kir kirin 2018-10-18 09:20:07 AMED - Li gundê Çemê Elika û Xeraba yê Licê operasyona leşkerî 8 rojan domand. Gundiyan behsa vê yekê kirin û gotin: "Malên me bi kar anîn, heywanên me mirin, bi zorê alaya tirk daliqandin, dest danîn ser qûtên me û xwestin em koç bikin. Tu dibê qey xaka welatekî din fetih kirine."  Li navçeya Licê û gundên wê ji sala 2015'an ve qedexeya derketina derve tê îlankirin û operasyonên leşkerî tên kirin. Lê belê hema bêje li gundên Çemê Elika û Xeraba jî her hefte operasyonên leşkerî tên kirin. Herî dawî operasyona û qedexeya derketina derve 8 rojan domand. Şêniyên van gundan behsa pêkanînên ku di dema qedexeyê û operasyonê de bi wan re rûberû man kirin.    ‘GER BÊ RAKIRIN EM Ê BIKUJIN'    Di 4'ê Cotmehê de bi beşdarbûyîna bi sedan leşkerî operasyona leşkerî hat destpêkirin û heta 12'ê Cotmehê dewam kir. Dema operasyon destpêkirin leşkeran bi zorê alayên tirk li malan daliqandin û 24 saetan nobet girtin. Leşkeran ji bo vê yekê gef li gundiyan xwarin û gotin: "Wexta em hatin ger ev ala hatibin daliqandin an em ê we bigirin an jî wek bikujin û jê bikin."    ‘DÊ WE BIKUJIN'    Welatiyên ku bi sewalvaniyê debara xwe dikin û ji ber îlankirina qedexeya derketina derve bençar man heywanên xwe di axuran de bihêlin, diyar kirin ku dema operasyon destpêkirin wan xwestiye heywanên xwe yên li derve bînin, lê belê leşkeran ji wan re gotiye "segvan hene, dê we bikujin" û ji ber vê gelek heywanên wan mirine.    ‘MALÊN WAN BI KAR ANÎN'    Gundiyan, got leşkeran malên wan bi kar anîne û li GBT'ya hemû gundiyan nerîne. Gundiyan anî ziman ku di dema lêgerînê de leşkeran çekên lûledirêj spartiye serên wan û bi zorê li malên wan bi cih bûne. Gundiyan destnîşan kir ku leşkeran gef li wan xwariye û di dema mayînê de xwarina wan, çay û şekirên û qûtên wan xwariye. Gundiyan bi lêv kir ku leşkeran gelek amûrên wan jî texrîb kirine.    Welatiyan, diyar kir ku ji ber operasyon dirêj ajot, li gund tiştên xwarinê qediyane. Gundiyan destnîşan kir ku leşkeran mala şînê ya gund bi kar aniye û 300 kîlo şekir û 5 kîlo çaya li mala şînê jî bi xwe re birine.    ‘BI KÊFÎ CEZA DIBIRIN'    Gundiyan, da zanîn ku di dema operasyonê de rayedarên DEDAŞ'ê hatine gund û serê malê hezar û 500 lîre cezayê ceryanê birîne. Welatiyan, bilêv kir ku bi hinceta "ceryan qaçax e" ceza hatiye birşn, lê belê ceryana wan ne qaçax e û ev ceza bi awayekî kêfî hatine birîn.    ŞIDET    Her wiha gundiyan diyar kir ku di dema operasyona leşkerî de daristan şewitiye, 3 gundî hatine binçavkirin û wan birine Qereqola Cendirmeyan a Licê. Hat hînbûn ku kesên hatine binçavkirin li qereqolê hatine derbkirin. Piştî du rojan şûnde gundiyên hatin binçavkirin hatin berdan. Lê belê li ser dîwarên hin malan û piran nivîsên "Bozkurt burada", "JOH, POH" jî hatine nivîsandin.    ‘EM Ê KOÇ NEKIN'    Şêniyên gund ku ji ber ewlehiyê nexwestin navên wan bên nivîsandin, diyar kirin ku leşker koçberiyê li wan ferz dikin û gotin: "Lê çi dikin bila bikin, ew ê koç nekin."    Welatiyan destnîşan kir ku bi darê zorê alayên tirk li malên wan hatine daaliqandin û gotin: "Tu meseleyeke me bi alayê tune ye. Xwîna me jî di vê alayê de heye. Kalikên me jî li Çanakkaleyê şer kirin. Tu dibê qey axa welatekî din fetih kirine." Welatiyan anî ziman ku wan gelek operasyon dîtine, lê belê heta niha cara ewil ew operasyoneke wisa dibînin û gotin: "Zext û zorî kêm nebûne. Hîn jî didomin."    MA / Mehmet Şah Oruç