Raportora PE'yê Pîrî, Ahmet Turk ziyaret kir 2018-10-18 07:46:26   MÊRDÎN - Raportora Parlamentoya Ewropayê (PE) ya Tirkiye Katî Pîrî, siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk û Metropolitê Mêrdîn Archbishop Filuksinos ziyaret kir.    Heyeta di bin serokatiya Raportora Parlamenteroya Ewropayê (PE) ya Tirkiyeyê Katî Pîrî de ji bo amadekirina rapora 2018’an a Tirkiyeyê li Tirkiyeyê serdana derdorên siyasî dike, li Mêrdînê bi siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, Metropolitê Mêrdîn Archbishop Filuksinos  û esnafê Mêrdînê hevdîtin kirin. Pîrî beriya hevdîtinê li Mêrdîna Kevin a navçeya Artûklû bi gel re civiya, piştre jî li Mêhvanxaneya Cercîs Mûrat bi Turk re civiya. Beriya civînê Turk û Pîrî têkildarî hevdîtinê agahî bi çapemeniyê re parve kir. Pîrî destnîşan kir ku ji bo amadekirina rapora 2018’an a Tirkiyeyê serdana aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên Tirkiyeyê re dike. Pîrî kêfxweşiya xwe ya hatina Tirkiyeyê pêşkêş kir û bibîr xist ku piştî ‘Pêvajoya Aştiyê’ û şûnde gelê herêmê du salên dawî di nava mercên pir zor û zehmet de jiyane.   Raportor Pîrî hêvî kir ku pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane çareser bibe. Pîrî bilêv kir ku beriya bê Mêrdînê piştî serdanên Enqere û Aemdê derbasî Stenbolê bûye. Pîrî got: “Parlementoya Ewropa beriya amadekirina rapora di derbarê Tirkiyeyê de, bi hatina vir û serdana partiyên siyasî, dîsa hevdîtinên bi aliyên hikûmet û muxalîfê re bike û heman demê nirxandinên gel ên di derbarê rewşa giştî ya siyasî de çiye bizane, hevdîtinan dike.”   Pîrî hevdîtina bi Turk re girîng dît û got: “Em vê baş dizanin ku di nava du salên dawî de mirovan li vir zorî û zehemetiyek mezin dîtine. Bi taybet du salên dawî ji bo mirovan gelek zehmet bû. Niha dizanin ku gelek siyasetmedar niha di girtîgehê de ne. Em Parlementoya Ewropa carekî din dibêjin; hêvî dikin ku ev pirsgirêka bi dehê salan e dom dike, bi rêyên aştiyane çareser bibin.”   Ahmet Turk jî têkildarî hevdîtinê, bibîr xist ku pirsgirêka sereke ya Tirkiyeyê diyar e û hemû têkoşîn ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Tirkiyeyê ya bi rêyên demokratîk e û wiha got: “Lê bi tevger û kiryarên hikûmetê hêviyê ji bo gel nahêle. Çareserkirina pirsa Kurd tenê Kurdan eleqedar nake. Em bi hêvîne ku polîtîkayên tinekirin û bêdengkirina gelê Kurd bi dawî bibin.”