Ji wî re edet e, ji xelkê re qebhet e 2018-09-22 16:42:38   STENBOL - Serokomar Tayyip Erdogan li TEKNOFEST'ê ya Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê axivî. Erdogan kesên zarokên xwe dişînin welatên rojava rexne kir û got: "Xwendekarên ku hûn ji bo bibin endezyar dişînin welatên rojava mejiyên wan bi fikrên biyanî vedigerin. Lê balkêş e zarokên Erdogan Summeya, Bîlal û Burak Erdogan jî Zanîngeh li DYA xwendibûn.      Serokê AKP'ê û Serokomarê Tirkiye Tayyip Erdogan li Balafirgeha 3'emîn a Stenbolê di TEKNOFEST'ê de axivî. Erdogan kesên ku zarokên xwe dişînin welatên rojava û wan fêrî endezyariyê dike rexne kir û wiha got: "Ew xwendekarên ku ji bo endezyariyê fêr bibin hûn wan dişînin rojava, mejiyê wan bi fikrên biyanî li welat vedigerin. Lê dema Erdogan ev yek got ji bîr kir ku 3 zarokên wî li welatên Rojava xwendine. Ji zarokên Erdogan Sumeyye Erdogan li DYA zanîngeha Indiana di fakulteya The School Of Public and Enveriomental Affairs de Beşa Siyaset û Derûniyê xwend. Kurê ERdogan Bilal Erdogan, li DYA Zanîngeah Harvardê lîsans kir. Di 2004'an de di Banka Cîhanêde stajerî kir. Piştî Stajeriya xwe kir li Washingtonê li Enstîtuya Brookingsê wekî hîndekar dest bi kar kir. Di 2005’an de li Eyaleta Maryland li Parka College li Colesville RD ket mortgageyê. Bi 261.5 hezar dolarî xanî kirî.  Burak Erdogan jî Piştî zanîngeha Bilgî xelas kir, li Londrayê bi bursê perwerdehiya aboriyê dît. Li nexweşxaneya Kasımpaşa a leşkerî bi raporekê xwe ji eskeriyê muaf kir. Esra Erdogan jî li DYA'ê Zanîngeha Indiana xwend. Li California li Zanîngeha Berkeley lisansa bilind kir.