‘Girtiyê nexweşîna kolon Kizilkan bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin’ 2018-09-22 16:02:28 STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê, di çalakiya Rûniştina F de bal kişand ser rewşa girtiyê nexweşîna kolon Muhsîn Kizilkan yê bêyî ku agahî bidin malbatê emeliyat dikin. Komîsyona Girtîgahan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, bi daxwaza serbest berdana girtiyên nexweş cara 339’emîn “Rûniştina F” pêk anîn û di çalakiyê de xwestin girtiyê nexweşîna kolonê Mûhsîn Kizilkan bê berdan. Polîsan destûr nedan çalakî li Qada Galatasariyê bê lidarxistin. Li ser vê yekê çalakî li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê pêk hat. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran daxuyanî da û wiha axivî: “Girtiyê nexweş Mûhsîn Kizilkan, di sala 1993’yan de li Îzmîrê hat binçavkirin û girtin. Cezayê muebetê dan Kizilkan. Destpêkê birin girtîgeha Îzmîrê, dûre sewqî Sîlîfkê/Mêrsîn, Konya Bartin û Îskendarûnê hat kirin. Kizilkan berî bikeve girtîgehê tu nexweşiyên wî tunebûn. Lê di girtîgehê de bi gelek nexweşiyan ket û niha pirsgirêka derûniyê dijî.”     ‘BÊYÎ KU AGAHÎ BIDIN MALBATÊ EMELIYAT KIRIN’   Onaran, anî ziman ku di Kanûna 2016’an de ji bo Kizilkan teşhîsa penceşêra kolonê hat danîn û wiha bilêv kir: “Di demek kin de Kizilkan rakirin nexweşxanê û di emeliyatê de rûviyên wî jê digirin. Piştî vê emeliyata ku rîska wê ya jiyanê heye, agahî didin malbatê. Malbat bi derfetên xwe, xwe digihînin agahiya emeliyatê. Piştî emeliyatê Saziya Tipa Edlî ji bo 6 mehan rapora berdanê dide Kizilkan. Çawan ku ev 6 mehên raporê bi dawî dibin, carek din Kizilkan dibin Girtîgeha Tîpa T Îskenderûnê. Malbat derbarê jiyana Kizilkan de tim bi fikare.”   'BILA HEMÛ GIRTIYÊN NEXWEŞ Û KIZILKAN BÊN BERDAN’   Onaran, destnîşan kir ku fikarin hemû malbatên girtiyên nexweş yekin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin hemû girtiyên nexweş û Mûhsîn Kizilkan bên berdan. Da ku bi awayekê tendurist bên dermakirin û baş bibin.”