‘Girtiyên nexweş û DAIŞ'ê li heman blokê digirin' 2018-09-22 15:56:47   ÎZMÎR - Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê, di çalakiya heftane de bal kişand ser rewşa Girtîgeha Menemenê. ÎHD'ê, diyar kir ku li Girtigeha Tipa R a Menemenê girtiyên nexweş û endamên DAIŞ'ê û El Kaide di heman blokê de tên girtin.  ÎHD'ê anî ziman ku rojê 2 saetan heman hewşê parve dikin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (İHD) a Îzmirê, di çarçoveya çalakiya "Bila winda bên dîtin" û "Girtiyên nexweş bên berdan de di hefteya 449'an de li ber avahiya Serokwezîriyê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Xizmên girtiyên nexweş û windayan û parazvanên mafên mirovan di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş ên li Girtîgeha tîpa R a Menemenê û Girtiyê li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê Mehmet Sait Yildirim. Di çalakiyê de rêveberên ÎHD'ê, HDP, Meclisa Dayikên Aştiyê, Nûnerên saziyên civakî û gelek rêxistinên din amade bûn. Di çalakiyê de pankarta "Bêdeng nemîne, Bêdengî şirîkê sûc e. Dimirin" vekirin. Di çalakiyê de Rêveberê ÎHD'ê Ahmet Çiçek daxuyanî da û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş.    GIRTIYÊN NEXWEŞ Û DAIŞ LI HEMAN BLOKÊ DIMÎNIN   Çîçek, bal kişand ser rewşa Girtîgeha Tîp R a Menemenê û wiha got: “Di demek nêzîk de ji ber şertên xerab ên girtîgehê girtiyên nexweş Ergin Aktaş, Ahmed Hamî, Dicle Bozan û Yusuf Bulut dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribûn. Li ser hewldanên komeleya me ya bi rêveberiya girtîgeh û dozgeriyê re, rayedaran daxwazên wan qebûl kir û girtiyan dest ji çalakiyê berdan. Herî dawî dema di 12'ê Îlona 2018'an de me bi wan re  hevdîtin kir, diyar kirin ku dîsa şertên wan xera bûne. Girtiyên nexweş bi endamên DAIŞ û El Kaide re dihelin. Rojê 2 saetan heman hewşêbi hevre parve dikin. Diyar kirin ku endamên DAIŞ'ê û El Kaide çêrên xerab û neheqiyan li wan dikin.  Daxwazên hevalê me yê felçî pêk nînin. Sewqa wî tu carî pêk nînin."     ‘YILDIRIM BI FERMANA WEZÎRÊ DADÊ DI TECRÎDÊ DE YE'    Çîçek, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê Mehmet Saît Yildirim li dijî hiqûq û pîvanên înfazê bi fermana Wezareta Dadê di hucreya yek kesî de tê girtin. Çiçek, da zanîn ku Yildırım di tecrîdê de tê girtin û wiha got: "Ji ber ku temenê wî mezin in û nexweşî pêre hene rîskên mezin dijî. Nexweşiyên dil, tansiyon, koah, damar û nexweşiyên din bêtir jiyana wî dixe talûkeyê û rîzkên jiyanî zêde dikin.    Çiçek, da zanîn ku Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê ya Îzmirê rapora "Dikare li girtîgehê bimîne" daye û xwest vê yekê dîsa di ber çavan re derbas bikin.    Çiçek, anî ziman ku niha Mehmet Sait Yıldırım, tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin di yek hucreyê de tê girtin û wiha bi dawî kir: "Divê demek berî demekê Yildikim ji hucreyê derxin û wî derman bikin. Disa divê girtiyên li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê  ji cem girtiyên DAIŞ û El Kaîde derxin û wan bişînin cihê ewle. "