‘Cîhan li ser tifaqa dij Kurdîtiyê qenciyê dike’ 2018-09-22 15:26:17   ENQERE - Parlamenterê HDP’ê yê Riha Nîmetullah Erdogmuş,  di komxebata Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) a "Îslamiyeta Îktîdarê û Takva" de, diyar kir ku divê DÎK li dijî tifaqên dij Kurditiyê ên cîhanê û nakokiyên dinavbera Kurdan de, berpirsiyartiya xwe bîne cih.    Kongreya Îslama Demoratîk (DÎK), bi ser navê "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" komxebat pêk anî. Di rûniştina duyemîn a komxebata li Otela Plaza ya Enqerê berdewam dike de, Parlamenterê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê yê KocaeliyÊ Omer Faruk Gergerlîoglu, mijara “Têkoşîna li dijî xerabiyan û Mûxalifetiya Îsamê” pêşkêş kir.    Gergerlîoglu, diyar kir ku di bingehya Îslamiyetê de başî û exlaq heya û wiha axivî: “Di roja îro de mirov gelek tên kuştin û xerabî tên kirin. Li dijî vê yekê teqez divê mekanîzmayeke me ya têkoşînê hebe. Ji ber ku hemû xerabiyên tên kirin li ser navê ol û Îslamê tên kirin. Di vê mijarê de divê em xebatên pir baş bikin. Ji ber ku her xerabiyekê ku li ser navê ol tê kirin, mirovan ji ol dûr dixin. Mirov ne firîşten û ne jî şeytanin. Vîneke me ya hîn mezintir heye ku em başî û xerabiyan ji hev derbixin.”   ‘DESTHILATDARIYA LI SER NAVÊ OL DERKETÎ HEMÛ XIRABIYAN DIKE’   Gergerlîoglu, anî ziman ku pirsgirêkek din a civaka Îslam heye, ew jî netewparêziye û wiha pê de çû: “Ji ber nîqaşên netewperestiyê cara yekemîn di cîhan Îsalamê de xwîn rijiya. Li dijî netewperestiyê divê me  têkoşînek xurt bidin. Niha li ser navê ol xerabtî pir zêde bûye. Divê em xwedî pêvanên xwe derbikevin. Hin padîşahên me yên di qesran de dijîn niha hene. Lê li Kocaeliyê, bavek ji bo ku ji kurê xwe re nekarî pantolonekê  bikire întîxar kir. Hz. Omer pirsa ‘gelo li ber peravên Dîcle, gurek karekekê bixwe ezê çi bikim’ tim ji xwe dikir. Lê di roja me ya îro de desthilatdariyek tu mirin ne di xwema wan deye. Civak êdî gehiştiye ber teqandinê. Hemû kesên dibêjin ez misilmanim divê li dijî van têbikoşin.”   ‘CÎHAN LI SER TIFAQA KURDAN QENCIYÊ DIKE’   Erdogmuş, da zanîn ku niha cîhan li ser tifaqa dij kurdan qenciyê dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Hêzên rojava û rojhilat li Rojhilata Navîn, tifaqa dij Kurdîtiyê avakirin û Kurdan bi xwe jî dinava xwe de tifaqên dij Kurdîtiyê avakirin e. Em weke DÎK’ê divê li dijî van hemû erkên xwe bînin cih. Ji bo xebatek mezin a rojên pêş ez pêşniyara xwe pêşkêş dikim.”   Komxebat piştî du rûniştinên berî nîvro bi dawî bûn û navbera xarinê hat dayîn. Piştî nîvro komxebat bi sernavên “Civaka Exlaqî û Bêeslbûn” û “Avakirina Civakî û Piştevaniya Alternaftîf” berdewam dike.