Gundiyên ku ji Helikopterê gule li wan reşandin û hatin girtin, hatin berdan 2018-09-22 15:20:35   AMED – Gundiyên di 2017'an de li ser traktorê rastî gulebarana helîkopterê hatin û birîndar bûn û piştre hatin girtin, di danişina yekem de serbest hatin berdan. Walîtiyê Amedê ew wekî "Hevkar" dabûn naskirin.    Di 3'ê Îlona 2017'an de 3 welatiyên Gundê Mişrefê yên bi traktorê ji gund diçûn mala xizmên xwe û eskeran ji helîkopterê li ser wan gule reşandin û hatin girtin, salek şûnde di yekemîn danişinê de hatin berdan. Welatî Celal Yildirim û kurê xwe Bedri Yildirim û welatî Munir Serin, piştî rastî êrîşa helikopterê hatin bi birîndarî hatin girtin. Pişti hatin girtin dozger der barê wan de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" doz vekir. Danişîna dozê ya ewil li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat ditin. 3 kesên girtî dihatin darizandin di yekemîn danişînê de serebst hatin berdan.  Sala par piştî bûyerê heyeta HDP çûn li gund lêkolîn kirin û diyar kirin ku welatî dema ji gund diçûn mala xizmên xwe yên li derveyî gund8 rastî gulebaranê hatine. Walîtiya Amedê jî daxuyani dabû û welatiyên gund wekî "Hevkarên rêxistinê" pênase kiribû. Dozer Celal-Bedri Yildırım û Münir Serin, bi "Endamtiya rêxistinê" tawanbar kiribû.    ‘EM RASTÎ HEQARET Û LÊDANÊ HATIN'   Di danişînê de Bedrî Yildirim, anî ziman ku ew û bavê xwe ji bo cejnê diçû mala mamê xwe dema dengê helikopterê bihîstin, ferq kirin ku operasyona leşkerî heye. Yildirim anî ziman ku dema helîkopterê gule le ser wan reşandin bavê wî ji ser hişê xwe çû û wiha got: "Di bûyerê de leşker hatin derdora me pêçan. Cilê bavê min jê kirin. Li ser wî lêgerîn kirin. Li wî dan û neheqî lê kirin."    Bav Celal Yıldırım jî anî ziman ku roja cejnê li gel kurê xwe Bedrî diçûn mala birayê xwe û wiha got: "Berê dema ku operasyon çêdibûn anons  dikirin. Lê vê carê anons nekirin. Dema em bi traktorê diçûn mala birayê xwe em rastî gulebarana helîkopterê hatin. Dema gule li min ketin ez ji traktorê ketim û xwîn ji min çû. Dema ez birîndar bûn leşker hatin ser min û bi bêhnan li min xistin. Li ser min tu bombe tune bû. Wan bombe danîn ser min û xwîna min têdan.    PARÊZER IRMAK: HEMÛ ÎDÎA XEYALÎ NE   Parêzerê Yildirim  Siracettin Irmak jî parastin kir û diyar kir ku tu delil tune û hemû îdîa tev xeyalî ne. Irmak, anî ziman ku piştî bûyerê 2 roj şûnde girtek hatine girtin û ev nîşan dide ku her tişt bi xwe lê zêde kirine. Irmak, anî ziman ku muwekilê wî zêdeyî salekê bê sûc girtî ne û xwest bên berdan.    Heyeta dadgehê jî piştî navbere der barê 3 gundiyên girtîde biryara berdanê da û doz taloqî Sibatê kir.