Kaya: Pêşniyara Ocalan a Îslama Demokratîk xwedî wateya jiyanî ye 2018-09-22 12:43:16   ENQERE - Parlamentera HDP'ê Huda Kaya di komxebata Kongreya Îslama Demokratîk a "Îslamiyeta Îktîdarê û Takva" de diyar kir ku pêdiviya wan bi Îslama Civaki heye û wiha got: “Di pêvajoyek wisa de Birêz Abdullah Ocalan bal kişandibû ser Îslama Demokratîk. Ev pêşniyara wî xwedî wateyek jiyanî ye."   Kongreya Îslama Demoratîk, bi ser navê "Îslamiyeta Îktidarê û Takva" komxebat pêk anî. Di komxebatê de mijarên "Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demok" û "Têkoşîna li dijî xerabiyê û Têkoşina Îslamê" "Feraseta Olê Hêza Navendî" tên niqaş kirin. Komxebat, bi tevlêbûna parlamenterên HDP'ê Ayhan Bilgen, Huda Kaya, Omer Faruk Gergerlioglu û Prof. Nurettin Turgay jî di navde gelek nivîskar û rewşenbir li Plaza Hotelê ya Enqereyê pêk tê.    Di rûniştina ewil de Parlamentera HDP'ê Huda Kaya mijara “Ji duh heta îro Kongreya Îslama Demokratîk" pêşkêş kir. Kaya ewil ji ber Îbrahîm Ayhan jiyana xwe ji dest da û kesên li Kerbelaye hatin kuştin sersaxî ji malbatan  west û we bibîr anîn. Kaya diyar kir ku projeya Kongreya Îslama Demokratîk (DÎK) projeya Ocalan e û xwedî wadeyek dîrokî ye û wiha got: "Gelê kurd û hemû gelê Rojhilata Navîn di bin êrîşên kesên ji xwe re dibêjin welatê îslam de ne. Pêdiviya civakê ji aştî û demokrasiyê heye. Ji ber pêvajoyek wisa Kongreya Îslama Demoratîk bêtir xwedî bi wate ye. Tam di pêvojoyek wisa de Birêz Abdullah Ocalan bal kişand ser Îslama Demokratîk. Kongreya Îslama Demoratîk xwedî wateyek dirokî û jiyanî ye. Li Sûriye, Iraq û Libya komên çekdar ên wekî DAIŞ û El Nusra, berhemên hêzên îktîdarên îslamê ne. Tirkiye û Îran jî hemû ji bo îktîdarê û saltanat û qesrên xwe gelan di bin piyên xwe de di eciqînin. Di pêvajoyek wisa de em Îslama Yezidin, Muaviyen naparêzin. Em îslama Muhammed û Huseyin diparêzin. Em îslama Zeynep diparêzin. Ji ber vê yekê berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê me.    ‘KUR-AN DESPOTîZMê KED DIKE   Kaya, anî ziman ku kur an destpotîzm û zordestiyê red dike û wiha berdewam kir: "Kuran bi awayekî aşkere despotizmê red dike. Ferzkirina nasnameyekê ya li ser nasnameya din red dike. Îslama civakî gerz dike.      ‘OLÊ KU MAFÊ BINDESTAN NEPARÊZE NABE OLÊ HEQ'    Kaya, da zanîn ku olê mafê bindest û mazluman neparêze nabe olê heq û wiha got: “Di pêvajoya Kongreyên Îslama Demokratîk de em bi konferansan dixwazin ku peymana Medine texin meriyetê. Em dixwazin mutabakata civakî nûjen bikin. Ev projeyek pîlot bû. Dive hemû kesên ji Muhammed bawer dikin vê projeyê texin meriyetê û pêş bixin. Ali Şeriatî dibêje ‘Ger ku ol beriya mirinê kêr neyê, pişti mirinê jî kêr nayê. Ev têkoşîna ji bo heqîqetê bêtir watedar dike. Divê hemû kesên vê tekoşînê pêş dixin, di serî de hemû xebatên xwe yên ji bo jin û ciwanan bi plan bikin. Divê xebatên zanebûn û ronîkirinê pêş bixin.    'MISLIMAN XWÎNA HEV DIRIJÎNIN'   Prof. Dr. Nurettin Tugay jî mijara “Takva” pêşkêş kir. Tugay, anî ziman ku wateya Takva parastin û parazvanî ye û wiha got: “Divê Nefsê ji her tiştî biparêzin. Takva, tê wateya ku di zanebûn û ferqa xwedê de bin. Divê Nefsa xwe ji her tiştê ku dibe sedema ceza biparêzin. Divê di navbera kulan, jin û mêran de cudahiyê nekin. Yên ku cudahiyê dikin xwedê fam nekirine. Îro îslam ji cewherê xwe dûr ketiye. Li gorî Kuranê kuştina mirovekî û kuştina hemû mirovan yek e. Îro di alema îslamê de misliman misliman dikujin. Kesê dibêjin ez misliman im, divê berî her tiştî li gorî heq û hiqûqa mirovan tev bigere."