Rojnameger Aktaş: Bermahiyên şer ên li Idlibê li dijî kurdan diparêzin 2018-09-22 10:10:36 HATAY – Rojnameger Ferhat Aktaş, têkildarî hevkariya Tirkiye û komên selefî yên li Idlibê diyar kir ku agirbestê Tirkiye ji bo komên selefî xwestiye nayê qebûlkirin û wiha got: "Tirkiye di pêşeroja Sûriye de van bermahiyên şer diparêze. Ev ne rewa ye. Bi var bermahiyên komên şer destkeftiyên kurdan armanc dikin."  Niqaş û geşedanên li ser şerê navxweyî yê Sûriye niha li Navenda Idlibe kûr dibe. Hewldanên dîplomatîk ên di navbera Tirkiye, Rûsya û Sûriye de didomin. Herêma Heleb û Şamê, ji Guta, Hama, Humusê bi destê Tirkiye komên selefî derbasî Idlibê kirin. Welatê 24'emin ê Sûriye Idlîb, piştî Reqqa ked destê komên selefiyan. Piştî Idlib ket destê Selefiya di navbera Tirkiye Rusya û Îranê de bû sedema zêdebûna dîplomasiyê. DYA û welatên Ewropa jî li ser Idlibê gotin gotin. Herî dawî Tirkiye û Rûsya li ser Idlibê li Soçî hatin cem hev. Hat diyar kirin ku li ser "Herêma bêçekbûnê" li hev kirine. Li gorî vê yekê dê komên selefî û çekdar li herêma 15 kîlometre ya bê çek bi cih bikin. Tê diyar kirin ku dê herêma navbera Halep, Hama û Lazkiye wekî herêma bêçek îlan bikin. Lê Rûsya jî dixwaze rêya navbera Lazkiye û Halepê têxe bin kontrola xwe. Tê xwestin El Nusra Cephesi (Heyet Tehrir El Şam-HTŞ) ku berdewama El Kaîde ye, û komên din 15 kilometre dûr bixin. Dixwazin eskerên Rûsya û Tirkiye li vir bi cih bikin. Rayedarên Tirk ev yek aşkere kirin.  Meseleya Sûriyeyê ji destpêkê heya niha meseleyeke navneteweyî ye. Her kes bêyî gelên Sûriyeyê li ser navê wan biryaran werdigire, projeyan amade dike û digihîje encaman. Zîrveya Soçiyê berdewama zîrveya Tehranê ya ku di 7’ê îlonê hatibû lidarxistin. Di zîrveya Tehranê bi weşana zindî, cihê beşdarvanê cîhanê hate teşhîrkirin. Pûtîn, daxwaza agirbestê ya Erdogan bi gotineke diplomatîk ya wekî, “Li ser vê maseyê nûnerê El Nûsrayê tune ye, lewma em nikarin li ser navê wê biryara agirbestê bidin' red kiribû. Niha di zîrveya Soçiyê de biryara formûlek wekî agirbesteke demî hate standin. Pirsa girîng ew e ku 'Gelo kê li ser navê El Nûsra, HTŞ’ê li ser vê maseyê rûnişt û biryara agirbestê da standin?' Bersiva vê pirsê jî di zîrveya Îranê de veşartiye. Tirkiye ji bo siberojê di vî warî de di bin tewanbarkirineke giran da ye.    Tekildarî geşedanên di navbera Tirkiye Rûsya û Sûriye de rojnameger Ferhat Aktaş ji Ajansa me Mezopotamyayê (MA) re axivî. Aktaş anî ziman ku îktidara AKP'ê bi sosa ‘ecdat’ û ‘ummet’ û fikrên ‘fetih’ û ‘cihat’ mîdê dinepixîne û wiha got: "Îktîdara AKP'ê dixwaze krîza xwe bi krîza Sûriye bincil bike. Bi vê fikrê Nepoxa Osmaniyê dinepixîne.    BARAGEHA TEVGERÊ IDLÎB E    Aktaş, anî ziman ku ji ber AKP Idlibê ji bo xwe wekî keleha dawî dibîne giringiyek zêde dide Idlibê û wiha got: "Wezirê karên hundir Mevlut Çavuşoglu piştî mutabakatê got 'Rejîma Esed dixwaze têkeve Idlibê û hemû hêzên muxalif tune bike' Idlib bajarê Sûriye ye. Tirkiye di navbera Rûsya û Rojavayê Ewropa de diçe û tê. Dixwaze bi destê Rûsya şanoya serkeftinê binivîse. Hêzên ku heta niha li Şam, Halep, Lazkiye, Hama, Humus, Deraa û Kuneytra têk çûn, ne pêkan e êdî li Idlibê bi ser bikevin. Li Idlibê ji destpêka şer heta niha hemû hêzên navneteweyî li vir hespê xwe dibezînin. Derketine çirê. Idlib bûye cihê ku komên selefî lê bi cih bûne. Niha Tirkiye ev kom li herêmên sînor tev xistine bin kontrola xwe. Bi van bermahiyên şer dixwaze pêşeroja Sûriye li gorî berjewendiyên xwe diyar bike. Dixwaze van koman rewa bike. Dixwaze bi van bermahiyan destkeftiyên kurdan armanc bike.    DI CÎHANÊ DE TENÊ TIRKIYE DERIYÊ XWE LI WAN VEDIKE   Aktaş, da zanîn ku li Idlibê kom û artêşên El Nusra, Hurraseddin, Partiya Îslama Turkistan, Ensar’ul Îslam, Cundul Aksa, Ahrar’uş Şam, Nureddin Zenki Hareketi, Ceyş’ul Îzze, Ceyş’ul Nas, Ceyş’ul Sunne û Artêşa rizgariya Neteweyî bi cih bûne û wiha berdewam kir: "Ev rêxistin di nava xwe de jî şer dikin. Dîsa ji ber xeta wan a bîrdozî lawaz bûye tev li hev dibin û bi hev dikevin. Idlib û derdora wê ji sedî 70 di destê komên selefî de ye. Niha di cîhanê de tenê Tirkiye deriyê xwe ji wan re vike. Tenê deriyê li wan vedibe Tirkiye ye. Hemû komên ji Çeçenistan-Dagıstan, Libya, Cezayir, Çin-Uygur, Ozbekistan, Filistin, Suudi Arabistan, Misir, Avrupa hatin tev di ser Tirkiye re derbasî vir bûn. Niha Idlib keleha dawî ya Tirkiye ye. Niha propaganda "Idlib keleha dawî ye' dikin. Ya ku bi rejîmê daye windakirin îktîdara AKP'ê ye."     GELEK KOMELE Û VAKIF ÊN XETA SELEFÎ DIPARÊZIN LI TIRKIYE BELAV BÛNE    Aktaş, da zanîn ku li Tirkiye komên selefî torek mezin ava kiriye û wiha berdewam kir: "Bi Tirkiye re di nava rêxistinek xurt de ye. Gelek komele, vakif û tevger ên li Tirkiye ku bi komên selefî re di nava dan û stendinê dene û heman xetê diparêzin li Tirkiye ne. Idlîb sûye çirava komên selefî. Tirkiye ji nava vê çiravê dê çiqas karibe derkeve dê dem nîşan bide. Li ser sînorê Hatayê tekfirvanên herî dîn û har hêlîn çêkirine. El Kaide li ser sînorê cîran belav bûye û sînor kiriye kontrola xwe. Gelê Hatayê dixwaze şer bi dawî bibe û komên çekdar ên li herêmê êdî gefan li wan nexwe. Tirkiye ku planên serweriya tevahiya Sûriye dike, dê dem bê ku nikaribe sînorê Hatayê biparêze. Rêxistinên li ser sînor bi cih bûne bi awayekî rehet vê protolok û mutabakatê qebûl nake.      Aktaş, herî dawî anî ziman ku El Nusra/HTŞ ku wekî "tetorîst" tê pênasekirin dê destûr nede ku kes li ser navê wê biryarê bide û vê serweriyê nade destê kesên din. Aktaş, bilêv kir ku Erdogan wan wekî komên "Radîkal" û "Nerm" bi nav dike, lê ev yek bê wate ye û wiha got: "Li Idlib û derdorê wê ji sedî 70 di serweriya rêxistinên El Nusra, TÎP, Hurraseddin de ye. Hemû rêxistinên li wir mîna hev in.  Putin di hevditina bi Erdogan de xwes bêhna Erdogan bide ber wî. Erdogan di ziyareta Soçî de bal kişand ser Rojhilatê Firatê û ji bo xwe wekî talûke dît. AKP pişta rêxistinên çekdar ên li Idlibê miz dide. Girîng e ku Şam aştiya nava xwe bi hêzên nava xwe pêk bîne. Di vê pêvajoyê de diyalogên polîtîk ên di navbera Şam û Kurdan de pêş dikevin. Xurtbûna van diyalog û polîtikayan dê lîstikên li djî xwe xera bikin. Çiqas diyaloga bi hêzên navxweşî re xurt bibe dê bêtir rêya çareseriyê pêş bixe."      MA/ Hamdullah Kesen